19:43 22 Hezîran 2018
Darizandin, dadgeh, girtin

Li Hatayê 4 endamên HDPê hatin girtin

© Fotolia / Andrey Burmakin
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Dortyol a Hatayê 4 HDPyiyên ku ev 6 roj in hatine desteserkirin, piştî 6 rojan sewqê dadgehê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ajansa DÎHAyê 4 endamên HDPê yên bi navê Mahmût Adar, Vahît Tûna, Ugur Enîştekîn û Fîkret Tekîn ên ku di 13ê Tebaxê de hatibûn desteserkirin, îro sere sibehê sewqê Dadgeha Îskenderûnê hatin kirin û li vir ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. 4 HDPyiyên ku hatin girtin ji bo Girtigeha Hatayê hatin şandin.

Ji aliyê din ve hat diyar kirin ku Hevseroka Hatayê ya HDPê Şukran Cabîr Dag, Hevserokê Navçeya Dortyolê yê HDPê Halîl Baybarîs û Hevserokê Navçeya Erzînê yê HDPê Diyadîn Sircan, HDPyiyê bi navê Bedrî Oktay û welatiyên bi navê Berzah Poyraz û Selamî jî li Miduriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Îskenderûnê tên girtin.

Bi heman mijarî:

Li Rihayê gelek DBPyî û HDPyî hatin desteserkirin
Wekîlê şaredarê Licê hate desteserkirin
Nivîskara Ozgur Gundemê Asli Erdogan hate desteserkirin
Li Mûşê 3 kes hatin desteserkirin
Etîketan:
desteserkirin, endam, girtin, Hevseroka Hatayê ya HDPê, Dadgeha Îskenderûnê, Miduriyeta Rwlehiyê ya Navçeya Îskenderûnê, HDP, Halîl Baybarîs, Fîkret Tekîn, Ugur Enîştekîn, Vahît Tûna, Mahmût Adar, Şukran Cabîr Dag, Îskenderûn, Dortyol, Hatay
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de