06:29 13 Kanûn 2017
Zindî
    John Kirby

    Amerîka: Biryar biryara Tirkiye û Rûsya ye

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê John Kirby derbarê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê diyar kir ku ti endîşeya wan tune ye û biryar biryara wan e.

    Navenda nûçeyan - Li ser pirsa rojnamevanan ya wek 'Tirkiye û Rûsya amadehiyê dikin ku di warê parastinê jî hevkariya hevdu dikin, hûn bo vê yekê çi dibêjin?' Kirby eşkere kir ku agahiya wî ji vê yekê nîne lê Tirkiye hevalbendekî girîng yê NATOyê ye û hevkarê şerê li dijî DAIŞê ye.

    Kirby derbarê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê jî wiha axivî: 'Helbet ku em nikarin ti kesan asteng bikin. Rewşeke ku mirov jê endîşe bike jî nîne. Em ji têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê ne bi endîşe ne. Biryar biryara wan e.'

    'DIVÊ EM REOTRÎKÊ BIBIHURIN'

    Kirby destnîşan kir ku ew girîngiyê didin hevkariya Tirkiyeyê ya di NATOyê û şerê li dijî DAIŞê de û bo pêşxistina hevkariyê wê hemû gavên hewce bavêjin.
    Kirby ragihand ku dema ku endîşeyek wan hebe ew rasterast tînin ziman û wiha pê de çû: ' Tişta ku wê herî zêde bi kêrî me bê ew e ku divê em retorîkê bibuhirin û herdem li rêyên xurtikirina têkiliyên xwe bigerin.'
     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka derbarê çekên xwe yên kimyewî ya Tirkiyayê biriye Romanyayê de daxuyanî da
    Amerîka: Çekên kîmyewî li Tirkiyeyê di ewlehiyê de ne
    “Amerîka şerê xwe li dijî DAIŞê di bin navê kurdan de vedişêre”
    Amerîka fîloya navgînên hewayî ya bêmirov zêde dike
    Amerîka: DAIŞ sivîlan wek mertalên zindî bi kar tîne
    'Amerîka dixwaze nefta Lîbyayê kontrol bike'
    Amerîka û Iraqê berpirsyarê karên aborî yê DAIŞê kuşt
    Etîketan:
    nato, daiş, hevkariya parastinî, têkilî, john kirby, rûsya, dya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de