02:27 18 Sibat 2018
Zindî
    HDP

    Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag dozeke din hate vekirin

    © Foto: HDP Navend
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê derbarê Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamentera edeneyê Meral Daniş Beştaş de îdianame vekir û 5 sal cezayê girtîgehê xwest.

    Navenda Nûçeyan — Piştî rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê, Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê ji ber sedema axavtinên wan derbarê Demirtaş û Yuksekdag de 2 û Beştaş de 3 îdianameyên cuda amade kir û şand dadgehê.

    Serdozgerî ji bo Demirtaş ji ber axavtineke wî ya di 15ê Cotmeha 2011ê de, di Kongreya partiya xwe ya Edenê de kiriye doz vekir. Serdozgeriyê îdia kir ku sloganên di kongreyê de hatine avêtin û axavtina Demirtaş sûc dîtiye. Serdozgeriyê diyar kiriye ku Demirtaş îfade nedaye û wî weke ‘propagandeya rêxistinê' kiriye nîşan daye. Bi vê sedemê ji bo Selahattin Demirtaş ji salekê heta 5 salan ceza hatiye xwestin.

    Ji bo Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag jî ji ber axavtina wê ya di 12ê Cotmeha 2015ê de li Edeneyê, di çarçoveya xala 301ê ya Yaseya Ceza ya Tirk de ceza hatiye xwestin. Xala 301ê bi hinceta cezakirina sûcên il hemberî ‘Miletê tirk, dewleta komara Tirkiyê, parlamena Tirkiyê, Hikûmeta Komara Tirkiyê û dezgeyên dadê' hatiye amadekirin. Serdozgeriyê ji 6 mehan heta 2 salan ceza ji bo Yuksekdag xwestiye.

    Dîsa ji bo Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaşê jî, ji ber axavtinên wê yên di demên cuda de 3 îdianame hatine amadekirin.

    Bi heman mijarî:

    Lêpirsîna "heqareta li serokkomarî" li 10 HDPyiyan vebû
    Di doza SYRIZAyê de HDPyiyan ceza xwar
    Dozgeriyê bang li 2 parlementerên HDPyî kir
    Li Ispartayê operasyon: 45 HDPyî hatin binçavkirin
    Li Qoserê polîs nahêlin HDPyî ji şaredariyê derkevin
    Etîketan:
    doz, Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê, HDP, Meral Daniş Beştaş, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Edene
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de