02:17 24 Tebax 2017
Zindî
    Candan Badem

    Akademîsyenê Ateîst û Marksîst jî ji doza FETOyê hate desteserkirin

    © Foto: facebook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Akademîsyenê bi navê Candan Badem ku di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ji kar hate dûrxistin, îro hate desteserkirin.

    Navenda nûçeyan — Candan Badem ê ku di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ji kar hatibû dûrxistin diyarkirbû ku ‘Ez Ateîst û Marksîst im, gelo wê Fethullaçiyekî çawa ji min derxînin?' îro hate desteserkirin.
    Doç. Dr. Candan Badem akademîsyenê Zanîngeha Tunceliyê di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de ji kar hatibû dûrxistin.

     

    ​Parlementerê berê yê CHPê Huseyîn Aygun îro li ser malpera xwe ya twitterê de eşkere kir ku Candan Badem hatiye desteserkirin.

    Aygun got: ‘Doç Dr. Candan Badem ê Zanîngeh Tunceliyê bi îdiaya ku ‘hewldana derbeyê' hate desteserkirin. Weke delîl jî pirtûka Fethullah Gulen ya li ofîsa wî hate pêşkêşkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Bûrayê Bulent Arinç ji wezîfeyê hat dûrxistin
    Wezareta Tenduristiyê: 5 hezar û 581 karmend ji kar hatin dûrxistin
    Ji Wezareta Karên Av û Daristanê 221 kes ji kar hatin dûrxistin
    110 xebatkarên Wezareta Çand û Tûrîzm ji kar hatin dûrxistin
    Heta niha 2 hezar 745 dadger bi sedema hewldana derbeyê ji kar hatin dûrxistin
    Etîketan:
    marksîst, zanîngeha tunceliyê, hewldana derbeya leşkerî, ateîst, lêpirsîn, huseyîn aygun, candan badem, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de