18:36 17 Tebax 2017
Zindî
    Protestoyên derbeya leşkerî

    New York Times: Hemû tirk DYAyê wek berpirsiyarê derbeyê dibînin

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Rojnameya New York Times a amerîkî, diyar kir ku gelekê tirka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wek berpirsiyrê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê dibînin. Dibe ku ev rewş veguhere dijminatiyek mezin ya Amerîkayê.

    Navenda nûçeyan — New York Times (NYT) nivîsek bi serenavê ‘Hemû tirk li ser vê yekê xwedî yek fikre ne: Destê DYAyê di hewldana derbeya leşkerî de heye' weşand. Li gorî nivîsê hemû alîgirên fikrên cuda yên tirk li ser mijara ku ‘destê DYAyê di hewldana derbeya de leşkerî heye' bûne yek raman.

    Di nivîsî de anketa rojnamevanê tirk ya li ser twitterê ya ku di encamê de ji sedî 69ê beşdarvanan dibêjin ku ‘CIA piştevaniya derbekaran dike' weke mînak tê nîşan dayîn.
    NYT eşkereke kir ku ev fikir her ku diçe belav dibe ta ku Serokê Amerîkayê Obama û gelek rayedarên amerîkî yên payebilind jî mecbur man ku daxuyaniyên ku van îdiayan înkar dikin, bidin.

    ‘DIBE KU EV FIKIR VEGUHERE DIJMINIYEKE MEZINTIR'

    Tê gotin ku Fethullah Gulen ev bi salan e li Amerîkayê rûdinê û dilê Amerîkayê ya îadeya Gulen jî  tune ye. Ev yek rewşê aloztir dike û ger wiha berdewam bike tirk dê di mijara dijminahiya Amerîkayê de bibin xwedî yek ramanî.
    Rojnameyê di nivîsa xwe de cih da gelek fikrên cuda jî.
    Doçentê Alîkar yê beşa Têkiliyên Navnetweyî yê Zanîngeha Kadîr Hasê Akin Unver dibêje: ‘Kengî li Tirkiyeyê bûyerek mezin û metirsîdar biqewime, refleksa hevpar ya gel dibêje ku li dûv van bûyeran komplo heye.'
    Karsazekî 48 salî yê bi navê Haluk Taylan jî diyar dike û dibêje ku ew ji sedî sed bawer in ku  li pey derbeya leşkerî Amerîka û CIA ye heye.
    Garsonekî bi navê Osman Arslan jî dibêje ku ger Amerîka Gulen îade neke wê têkiliyên Tirkiye û Amerîka têk biçin.

    Bi heman mijarî:

    Îlker Başbûg: 15ê Tîrmehê ne derbeya leşkerî ye
    Yekîtiya Karsazên Rûs û Tirk : Em hewldana derbeya leşkerî şermezar dikin
    Bahçelî: "Heke li pişt derbeya leşkerî CIA û Pentagon hebe"
    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
    Ji bo lêkolîna hewldana derbeya leşkerî li parlamentoyê komîsyon tê avakirin
    Li gorî Tirkiyeyê, li pişta derbeya leşkerî Misir û Îmarata Erebî heye
    Rûsya: "Piştî hewldana derbeya leşkerî em tim bi Tirkiyeyê re di nava pêwendiyan de ne"
    Etîketan:
    piştevaniya amerîkayê, nyt, cia, îadeya gulen, hewldana derbeya leşkerî, têkilî, haluk taylan, osman arslan, akin unver, Fethullah gulen, Barack Obama, amerîka, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de