22:33 23 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Me piştgirî da wan

    © Photo: REUTERS/Stringer
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 1501

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê hewldana derbeyê de axivî û got: “Di demeke ku em diçûn ser cemaetên olî me bi niyeteke baş piştgirî da vê rêxistinê”.

    Navenda Nûçeyan — Erdogan di Civîna Şêwirmendî ya Olî ya awarte de axivî û wiha got:

    — Mezinbûna vê binyada xayin a ku 40 salin weke çaviyên bipençeşêrê mezin dibe bi saya xwedîderketina nasnameya nirxên olî bûye.

    — Ozalê xwedê bi rehma xwe wê şad bike, Ecevit û heta me jî bi dilsafî piştgiriya vê binyadê kir.

    — Ez dizanim ku hîna jî kesên bawer nekirine hene. Ez dizanim ku mixabin hin kesên hîna jî ‘dinêrin lê nabînin' hene. Ji vir û şûn va êdî dema gumanê qediya, dema têkoşînê destpêkir.

    — Şeva 15ê Tîrmehê çiqasî reş destpêkiribe jî, sibeha wê ewqas bi ronkayî destpêkiriye.

    Hewldana derbeyê - Erdogan li Marmarîsê ji rojnamegeran re axivî
    © Foto: AA/Sabri Kesen
    'JO BO KESÊN KU DIBÊJEN EM POŞMAN IN TEREDUTÊN ME YÊN CIDÊ HENE'

    — Ez ji vê salonê radigihînim. Ji vê saetê û şûn va kesên ku guh bidin tewşikiyên delkbaz û serekterorîstê Pensilvanyayê wê tiştên ku bên sere xwe di serî de qebûl dike. Kesê ku aqil û vîna xwe radestî ew fâniye Amerîkayê kiriye heke ku lixwenepirse ti tiştekî ku ji bo wî bê kirin nîne. Ji ber ku di havênê vê binyadê de durûtî heye ji bo kesên ku dibêjin em poşman in tereddutên me yên cidî hene.

    ‘HEKE KU TEDBÎRÊN ME DI 17-25Ê BERFENBARÊ DE STANDIN NEBÛNA'

    Recep Tayyîp Erdogan
    © REUTERS/ Murat Cetinmuhurdar/Presidential Palace
    -Heke ku tedbîrên me di 17-25ê Berfenbarê standin nebûna, bi taybetî tedbîrên me di dadê de standine nebûna ihtimale ku ev hewldana derbeyê wê weke xetereyeke mezintir derkete pêşberî me ku ne tene komeke terorîstên çekdar ên di nava artêşê de, wê bi tevlêbûna hêman ên burokrasiyê, dadê û polîsan pêk bihata. Digel her tiştî, ez xemînim ku ji bo çi me beriya niha rûyê rast ê vê rêxistina xayin dernexistiye holê. Ji ber vê jî hesabê me heye ku em him bidin Xwedayê xwe him jî bidin miletê xwe. Bila Xwedayê min jî miletê min jî me efû bike.

    — Di destên PKKê de çekên têkûz nînin lê FETOyê bi çekên ku bi bacên gel hatine standin gule bera ser gel dide.

    ‘KUŞTINÊN VAN ÊN FAILÊN WAN NEDIYAR HENE'

    — Kuştinên van ên failên wan nediyar henek. Hemû derdikevin holê.

    ‘JI TEVAHIYA LÎSEYAN DÊ KARIBIN BIÇIN DIBISTANÊN ŞER'

    -Ew şens derketiye holê ku ji tevahıya lîseyan biçin dibistanên şer.

    — Efûkirina kesên 238 welatiyên me qetilkirine li kêfa Gayretullah nayê. Merhameta li zordar an zordariya li mezlûman e. Civaka me ya diyanetê divê êdî vî karî veşartî nemeşîne.

    — Rojava li gel derbekaran sekinî.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ji bo çi piştgiriya PYDê tê kirin, ji bo çi el Nûsra teror e
    Serokwezîrê Avusturyayê: "Terefgirên Erdogan min bi mirinê tehdîd dikin"
    Reformên leşkerî wê desthilatiya Erdogan bi hêz bike
    Erdogan rektorekî nû tayîn kir
    Erdogan dozên li hemberî HDPê paş de nekişand
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, Civîna Şêwirmendî ya Olî, FETO/PDY, PKK, Turgut Ozal, Bulent Ecevit, Fethullah Gulen, Recep Tayyip Erdogan, Pensilvanya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de