14:04 18 Hezîran 2018
Fethullah Gulen

Bo îadeya Gulen dosyeya duyemîn hate şandin

© REUTERS /
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Tirkiye ji Amerîkayê xwestibû ku heta ku Fetullah Gulen bê îadekirin, bila bi qasî 60 rojan bê girtin. Li ser vê daxwaza Tirkiye Amerîka jî pirsa 'Bo çi divê Gulen bi lez bê girtin?'ji Tirkiyeyê kir. Tirkiye jî bersiva vê yekê da.

Navenda nûçeyan —  Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê derbarê Fethullah Gulende dosyeyek din amade kir ku tê de tê gotin ku FETO/PDY ji hewldana derbeya leşkerî berpirsyar e û wê ji Amerîkayê bireve welatekî din.
Tirkiye diyar kir îstîxbarata ku wê Gulen ji Amerîkayê bireve heye û lewma jî ji Amerîkayê xwest ku heta îadeya wî, wî bi qasî 60 rojan di girtîgehê xin.

Tirkiye ji  Wezareta Karê Derve û Wezareta Dadê ya Amerîkayê re 2 dosye şand. Di dosyeya ku ji Wezareta Karên Derve re hate şandin de derbarê pêvajoya îadeyê agahî hate xwestin û di ya Wezareta Dadê de jî daxwaza girtina Gulen tê kirin.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê jî li ser daxwaza girtina Gulen ji Tirkiyeyê re pirsa 'Çima divê bi lez bê girtin?' kiribû.
Tirkiye jî pirsa Ameîka bersivand û eşkere kir ku Gulen berpirsiyarê hewldana derbeya leşkeriye û wek delîl îfadeyên leşkerên derbekar li dosyayê zêde kir.
Di dosyayê de tê gotin ku Gulen amadehiya revê dike û ji Amerîkayê hate xwestin ku ew rê li ber reva Gulen bigrin.

Bi heman mijarî:

Qesra Spî derbarê Gulen de daxuyanî da
Pirtûkên Fethullah Gulen hatin qedexekirin
Kanala ku xwest hevpeyvîna Gulen biweşîne lîsansa wê hat betalkirin
Amerîka: "Belgeyen îadekirina Gulen gihîştin me"
'Amerîkayê piştî hilweşîna YKSSê gelek sûd ji Gulen wergirt'
Serokwezîrê Misrê: "Em dikarin îltîcaya Gulen binirxînin"
Etîketan:
rev, îadeya gulen, hewldana derbeya leşkerî, Fethullah Gulen, amerîka, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de