16:32 18 Hezîran 2018
Îtalya

Gelê Îtalyayê êdî bi YEyê ne bawer e

© AP Photo / Luca Bruno
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Li Îtalyaya ku demekê piştevaniveke mezin dida Yekitiya Ewrûpayê (YE) baweriya gel ya li hember YEyê ji ber geşedanên çend salên dawî her ku diçe kêm dibe.

Navenda nûçeyan - Li gorî lêkolînên li ser gel hatine kirin ji sedî 52ê gelê Îtalyayê êdî bi şik û şipheyê li YEyê dinêre û êdî pê bawer nabin.  Di sala 2001an de ji sedî 70ê gel, YEyê bo Îtalyayê wek feydeyeke mezin didît, lê rêjeya kesên ku wiha difikirin îro dakete heta ji sedî 20an.
Serokê navenda lêkolînên giştî Enzo Rissoyê derbarê mijarê de ji Spûtnîkê re eşkere kir ji ber têkçûnên siyasî û aborî yên YEyê, baweriya gelê Îtalyayê bi YEyê re nema.
Risso diyar kir ku Îtalyayê Brexitê pejirand û wiha pê de çû: ‘Ji sedî 30 gelê Îtalyayê diyar kir ku Brîtanya biryareke baş da û dixwazin ku Îtalya mîna Brîtanyayê tevbigere. Lê helbet piraniya gel naxwazin ji YEyê veqetin.'
Risso ji destnîşan kir ku rêjeya kesên ku naxwazin ji Yekitiya Ewrûpayê veqetin sedî 52 ye.

Bi heman mijarî:

Îtalya kota danî ser gerokan
Şaredariyeke Îtalya xelata hemwelatiyê da Ocalan û gelê kurd
Îtalya: Vegera cezayê darvekirinê, wê muzakereyan bide sekinandin
Îtalya: "Li Deryaya Reş me 4 hezar û 500 koçber rizgar kirin"
Îtalya 500 leşkerî dişîne Iraqê
Etîketan:
brexit, bawerî, veqetîn, gengeşî, yekitiya ewrûpayê, enzo risso, brîtanya, îtalya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de