23:28 22 Nîsan 2018
    Fethullah gulen

    ‘DYA bo têkiliyên xwe û Tirkiyeyê xerab neke dê Gulen îade bike'

    © AFP 2018/ Ozan Köse
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî hewldana derbeya leşkerî xebatên bo îadeya Fethullah Gulen ya li Tirkiyeyê zêdetir bûn. Derbarê vê mijarê de Nûnerê Hurriyet Daily Newsê yê Enqereyê Serkan Demîrtaş diyar kir ku Amerîka bo têkiliyên xwe û Tirkiyeyê xerab neke dê Gulen îade bike.

    Stenbol — Demîrtaş di daxuyaniya xwe RS FMê de eşkere kir ku biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên  di vê mijarê de gelekî girîng e û wê hin tiştan eşkere bike. Demîrtaş diyar kir ku dê DYA bo ku têkiliyên xwe û Tirkiyeyê xerab neke dê Gulen li Tirkiyeyê vegerîne lewra derbarê Gulende îdiayên xurt hene.

    Demîrtaş daxuyand ku tişta ku tê meraqkirin ‘Gelo wê Gulen li Amerîkayê bimîne an bê îadekirin?' û wiha pê de çû: ‘Biryara Amerîkayê dê hin tiştan zelal bike. Pêvajoya hiqûqî û muzakreyên wê bi Tirkiyeyê re bê kirin di rêya vê mijarê de wê gelekî girîng be. Ez dibêjim ku Amerîka dê mecbur bimîne ku Gulen li Tirkiye vegerîn e. Lewra bi taybetî jî piştî hewldana derbeya leşkerî rêxistineke terorî ya bi navê FETO derkete holê. Di dosyeya îadeyê ya Tirkiyeyê de tê gotin ku ‘em ê Gulen darizînin' nabêje ku em ê ceza bikin. Tawanbariyeke gelek mezin heye.'

    'ÎDIAYÊN XURT HENE KU TÊ GOTIN KU DESTÊ AMERÎKA DI DERBEYÊ DE HEYE'

    Di rojên borî de profesorê amerîkî Henri Barkey yê tê îdiakirin ku ji bo CIAyê  dixebite û 17 kes li Buyukadaya Stenbolê civîneke nepen lidar xistin. Ji aliyê din ve nûçegihanê rojhilata navîn ya rojnameya Independentê Robert Fisk jî di nivîsa xwe de diyar kiribû û gotibû ‘Derbe heta derbeyeke din hate astengkirin'

    Her çiqas rayedarên amerîkî îdiayên ku ‘destê Amerîkayê di derbeyê de heye' red bikin jî, gelek kes bawer dikin ku derbe bi piştevaniya Amerîkayê hatiye kirin. Lewma jî dema ku Amerîka Gulen îade neke wê îdiyaên derbarê Amerîkayê de jî xurttir bibin.

    ‘AMERÎKA BO TÊKILIYÊN XWE Û TIRKIYE XERAB NEKE DÊ GULEN ÎADE BIKE'

    Demîrtaş destnîşan kir ku ger Amerîka destura Gulen ya bo welatên din bide, wê derbeyeke mezin li têkliyê herdu welatên navborî bikeve û Tirkiye dê vê tevgerê wek tevgereke dijminane binav bike.
    Demîrtaş got: ‘Washinton diyar kir ku ew dixwazin li gel Tirkiyeyê komeke hevpar ya xebatan ava bikin. Ev tê wateya ku wê karê Tirkiyeyê hêsan bikin. Lê ger Amerîka delîlan kêm bibîne û Gulen îade neke, li gel xerabbûna têkiliyan, wê têsîreke nêyînî li gelek mijarên ku Tirkiye serkêşiya wan dike jî bike. Lê Amerîka di pêvajoya hilbijartinê de ye. Lewma dewleta kûr ya Amerîkayê hem bo aramiya endamên xwe û hem jî bo têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê xirab neke, dê Gulen li Tirkiyeyê vegerîne.'

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê piştî hewldana derbeyê serdana Încîrlikê kir
    Artêşa tirk hejmara leşkerên beşdarî hewldana derbeyê bûne aşkere kir
    Şervan Derwêş: Tirkiyê piştî hewldana derbeyê hezar çete derbasî Cerablûsê kir
    Îranê: ‘Bê piştgirî û haydariya welatên biyanî nemumkûne ku hewldana derbeyê hatibê kirin'
    Li Parlamena Tirkiyê derbarê hewldana derbeyê de komîsyon hate avakirin
    Etîketan:
    îadeya gulen, rs fm, alozî, destê welatên din, hewldana derbeya leşkerî, serkan demîrtaş, Fethullah Gulen, amerîka, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de