04:48 23 Çile 2018
Zindî
    Jineke Êzîdî û zarokên wê ji ber DAIŞê direvin

    HDP: Bila Parlamena Tirkiye qirkirina êzidiyan nas bike

    © REUTERS/ Rodi Said
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wekîlên Serokê Grupa Meclîsê yên HDPê bi pêşnûmeyekê daxwaz ji Parlamena Tirkiyê dike ku qirkirina êzidiyan nas bike û 3ê Tebaxê weke Roja Qirkirina Êzidiyan nas bike.

    Enqere — Wekîlên Serokê Grupa Meclîsê yên HDPê Çaglar Demirel û Idrîs Baluken pêşnûmeyek yaseyî amade kirin û pêşkêşî Serokatiya Parlamena Tirkiyê kirin da ku ‘73yemîn fermana êzidiyan' weke qirkirin qebûl bike. Demirel û Baluken bibîr dixin ku Parlamena Ewropayê di 3ê Tebaxa 2014ê de biryara naskirina qirkirina êzidiyan standiye. Dîsa tê destnîşankirin ku Konseya Mafên Mirova ya Neteweyên Yekgirtî di 15ê Hezîrana 2016ê de raportek belav kiriye û gotiye ku DAIŞê li hemberî êzidiyan qirkirin pêk aniye.

    'BILA TIRKIYE LI HEMBERÎ DAIŞÊ TÊKOŞÎNÊ BIKE'

    Di berdewama pêşnûmeyê de Wekîlên Serokê Grûpa Meclîsê yên HDPê balê dikişînin ser rola Tirkiyê ya di pişavtina li ser êzidiyan û îdiayên derbarê rola Tirkiyê ya ji bo derbasbûna teroristên DAIŞê ber bi Sûriyê ve. Demirel û Baluken diyar dikin ku divê Tirkiyê bi naskirina qirkirina êzidiyan û kurdan re di têkoşîna li hemberî DAIŞê roleke dîrokî bilîze.

    'BILA 3Ê TEBAXÊ WEKE ROJA QIRKIRINA ÊZIDIYAN BÊ QEBÛLKIRIN'

    Li gorî vê pêşnûmeyê HDP daxwaz dike ku Parlamena Tirkiyê, êrîşên DAIŞê yên li ser Şingalê û di encama wê de karesatên ku di serê êzidiyan re derbas bûne weke qirkirina êzidiyan binasîne.

    Dîsa di heman pêşnûmeyê de hatiye xwestin ku 3ê Tebaxê weke Roja Qirkirina êzidiyan qebûl bike û ji bo cudawaziya li hemberî êzidiyên koçî Tirkiyê kirine tedbîrên taybet bistîne.

    Bi heman mijarî:

    Yekîneyên êzîdiyan li dijî DAIŞê şer dikin
    Amal Cloony dê qurbanên komkujiya êzîdiyan biparêze
    Êzîdiyên Şengalê: Em du caran hatin kuştin
    Yekîneyên leşkerî yên jinên êzîdî li dijî DAIŞê
    Yazdayê rizgarkirina jinên Êzîdî derewand
    Malbateke êzîdî li Reqqayê hat rizgarkirin
    Etîketan:
    êzidî, Roja Qirkirina êzidiyan, Neteweyên Yebkûyî (NY), Parlamena Ewropayê, Serokatiya Parlamena Tirkiyê, DAIŞ, HDP, Idrîs Balûken, Çaglar Demîrel, Şingal, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de