02:57 26 Gulan 2018
Mehmet Şimşek

Mehmet Şimşek: Rûpeleke nû vedibe

© REUTERS / Ümit Bektaş
Polîtîka
Lînkê kurt
0 10

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Şimşek piştî serdana xwe ya Rûsyayê vegeriya Tirkiyê û di hevpeyvînekê de got ku "Atmosfera li Rûsyayê gelekî erênî bû. Pêvajoya normalîzebûnê dê bileztir bibe. Bi Rûsyayê re rûpeleke nû vedibe. Rûs çêker in, niyetpak in û piştevan in".

Enqere — Şimşek di CNN Turkê de wiha bersiva pirsên Hande Firatê da:

— Me duh li Rûsyayê rojeke tijî derbas kir. Me civîneke gelekî dirêj lidar xist. Hevdîtinên me di asta herî bilind de çêbûn. Serdaneke mi ji bo Wezîrên Darayî çêbû.

— Atmosfera li Rûsyayê gelekî erênî bû. Pêvajoya normalîzebûnê dê bileztir bibe. Bi Rûsyayê re rûpeleke nû vedibe. Rûs çêker in, niyetpak in û piştevan in.

— Zûbizû destûr dan tarîfeyan. Lê kesên ji Rûsyayê tên bêhtir geştên charterê dikin. Ji bo ewlekariyê hin daxwazên wan ji me çêbû. Ji bo vê mijarê me ew vexwendin welatê xwe.

— Di dema ku têkiliyên bi Rûsyayê re di asta herî jor de bû ji bo 100 milyar dolarî hedef hatibû diyarkirin. Me got ku em di ser vê re dahatuyek bilindtir ava bikin.

— Ji bo me hinardeyeke gelekî girîng e… Di vê mijarê de jî beriya krîza balafirê têkiliyên me hebûn ku geh baş dibûn geh xirab dibûn. Di vê pêvajoyê de wê bileztir bibe. Ji bo ku ewlekariyan bişopînin me ew vexwendin welatê xwe. Me daxwaz kir ku di hin sektoran de qedexeya li ser şîrketên tirk bên rakirin.

— Me daxwaz kir ku karên vîzeyî bileztir normalîze bibin, em ê werin ba hev.

— Mijara enerjiyê ji bo Rûsyayê gelekî girîng e. Li pêşiya van projeyan asteng nîne. Me ji Rûsyayê re ragihand ku di Projeya Santral a Nukleerê ya Akkuyuyê de pirsgirêk nîne. Me li Rûsyayê bingeha teknîk amade kir, biryar ji serokan re maye. Heke ku hewldana derbeyê biser keta wê kaos çêbiba, welêt wê 30 salî bi paş ve biçûya. Kesên li derve fortan didin vî tiştî qet nafikirin. Nafikirin ku vî welatî ev badîreya çawa derbas kir.

‘EZ Ê ÎRO BI MOODY'S Ê RE HEVDÎTINEKÊ BIKIM'

— Saziya Pîvandina Krediyê S&P yê biryarek da, pişt ra agahiya me jê çêbû. Biryara wê ne rast bû, argumanên wê şaş bûn. Ez ê îro bi Moody's ê re li Enqereyê hevdîtinekê bikim.

— Ji bo daxistina nota Tirkiyê ti sedem nînin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: "Ji bo destpêkirina îxracatê divê pêşî Tirkiye sozên xwe bîne cih"
Rûsya: Hevdîtina li Moskovayê di derbarê Tirk Akimiyê de ye
Rûsya beriya derbeyê bi saetan Erdogan hişyar kir
YE: Ji bo çareseriya Sûriyeyê, têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê gelekî giring in
Rûsya: Dahatûya projeya Turk Akimi heye
Etîketan:
Projeya Santrala a Nukleerê ya Akkuyuyê, CNN Turk, Hande Firat, Mehmet Şimşek, Rûsya, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de