11:21 19 Sibat 2018
Zindî
    al-kurd-ala kurda

    PYD, dê li Amerîkayê nûnertiyê veke

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Şêwirmendê Hevserokên PYDê Sîyanek Dîbo, diyar kir ku ew dixwazin ku bi Amarikayê re têkiliyên baş deynîn û di vê çarçoveyê de wê di demek nêz de li Washingtonê nûnertiyekê vekin.

    Hikmet Durgun

    Navenda nûçeyan — Sîstema Federal Demokrat ya Sûriyeya Bakur û Rojava ya ku beriya demekê li Rûsya, Almanya, Fransa û li Herêma Kurdistanê nûnertî vekiribû, niha jî amadehiya vekirina buroyekê li Washingtonê dike.

    ‘EM Ê DI NAVA 3 MEHAN DE NÛNERTIYA LI AMERÎKAYÊ  VEKIN'

    Şêwirmend  Dîbo, derbarê hurgiliyên nûnertiyê de axivî û diyar kir ku wê di nava 3 mehan de nûnertiya xwe ya li Washingtonê vekin. Dîbo destnîşan kir ku armanca wan danasîna Rojava ya li Amerîkayê ye û dixwazin ku bi Amerîkayê re têkiliyên baş deynin.

    ‘EM BI RÛSYAYÊ RE DI NAVA TÊKILIYEKE DOMDAR DE NE'

    Dîbo derbarê têkiliyên PYD û Rûsyayê de got: ‘Em bi Rûsyayê re di nava têkiliyeke domdar de ne. Buroya pêşî ya Xweseriya Demokrat me li Rûsyayê vekir û niha hêj li Moskovayê aktif e. Rûsya li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê xwedî girîngî ye. Ki bo çareseriya pirsgirêka Sûriye û Rojhilata Navîn bixebite emê jî hevkariya wan bikin.'

    John Kirby
    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    ‘LI DIJÎ TERORÊ BILA PIŞTEVANIYA ME BIKIN'

    Dîbo şerê PYD, YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên li dijî terorîstên DAIŞê bibîr xist û daxwaza alîkariyê kir.

    ‘MENBÎC DI DEMEKE NÊZ DE WÊ BÊ RIZGARKIRIN'

    Dîbo derbarê rewşa operasyona rizgarkirina Minbicê de jî axivî û diyar kir ku gelek herêmên girîng ji terorîstan hatin stendin lewma jî Minbic di demeke nêz de wê bê rizgarkirin.

    ‘SIVÎLÊ LI HERÊMA ŞEHBAYÊ DI ZORÊ DE NE'
    Dîbo behsa rewşa gelê herêma Şehbayê kir û da zanîn ku gel di hedefa terorîstan de ne. Bêhtir jî gelê kurd yên li herêma Şehbayê ji serî 4 salan de di binê zext û zordariyeke mezin de ne.

    Bi heman mijarî:

    PYD: Pêwîst e, em Kurdistana Sûriyeyê ji Efrînê heta sînorê Iraqê bikin yek
    Gelo PYD li Bexdayê nûneriyê vedike?
    Oktay Vural:'Ka we digot Amerîka di mijara PYD û YPGê de me fêhm kiriye?
    PYD: Reqqa wê bibe beşek ji herêma kurd a federal
    PYD: AKP dijminê demokrasiye ye
    PYD, di 23ê Gulanê de li Parîsê jî nûneriya xwe vedike
    Etîketan:
    şewîrmend, rojhilata navîn, şervanên kurd, daiş, nûnertî, şer, alîkarî, ypg, sîyanek dîbo, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de