13:58 26 Îlon 2017
Zindî
    Hewldana Derbeya Leşkerî

    Li Stenbol 2 hezar û 139 kesên ku beşdarî hewldana derbeyê bûbûn, hatin girtin

    © REUTERS/ Stringer
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeyê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihate mêşandin General Selîm Mert, Recep Yuksel, Nevzat Taşdeler û Tuggeneral Alî Akyuret û 9 serbaz ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulhê ya nobedar ve hatin gitin. Hejmara kesên ku di çarçoveya hewldana leşkerî de hatin girtin gihişte 2 hezar û 139 kesan.

    Stenbol — Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Buroya Sûcên  Rêxistinî û Terorî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin gelek leşker, serbaz û general hatibûn desteserkirin.
    Kiryarên fermî yên leşker, serbaz û generalên desteserkirî qediyan.
    Fermandarê Akademiya Herbê ya Bejayî General Selîm Mert, Recep Yuksel, Nevzat Taşdeler, Fermandar Alî Akyurek û 9 serbaz piştî kiryarên fermî yên li serdozgeriyê sewqî dadgehê bûn.
    Li gorî ajansa AAyê General Recep Yuksel 'melayê akademiyê' yê rêxistina FETOyê ye.

    'GOTIN EM LEŞKERÊN TAYÎPÎN Û ÇEKÊN XWE KIŞANDIN'

    Hate ragihandin ku hin ji gumanbaran yên ku girtin ser mala Fermandariya Akademiya Herbê ya Behrê 'gotin ku em leşkerên Tayîpîn û çek li jin û zarokên fermandar kişandin.
    Heta niha hejmara generalên hatin girtin gihişte 16an.

    Hejmara kesên ku îdiayên destên wan di hewldana derbeya leşkerî heye jî gihişte 2 hezar û 139 hezaran ku di nav de amîral, serbaz, polês, hakimê leşkerî, hakimê sivîl jî hene. 

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
    The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
    Hewldana derbeya leşkerî û wêneyên ku di hêşê mirov de man
    Ji bo lêkolîna hewldana derbeya leşkerî li parlamentoyê komîsyon tê avakirin
    Li gorî Tirkiyeyê, li pişta derbeya leşkerî Misir û Îmarata Erebî heye
    Rûsya: "Piştî hewldana derbeya leşkerî em tim bi Tirkiyeyê re di nava pêwendiyan de ne"
    Etîketan:
    feto, fermandarî, leşkerên tayîp, girtin, serbaz, hewldana derbeya leşkerî, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de