11:27 21 Îlon 2017
Zindî
    Matteo Renzi

    Renzi: Tirkiye pêşeroja xwe dixe hepsan

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi derbarê rojnamevan û profesorên piştî hewldana derbeya leşkerî hatin girtin de diyar kir ku Tirkiye ne şexsan, pêşeroja xwe dixe hepsan.

    Navenda nûçeyan — Serokwezîrê Îtalyayê û Serokê Partiya Demokrat (PD) duh di civîna saziya gelemper ya partiya xwe de axivî û geşedanên nirxand.
    Renzî ragihand gelek kes wan û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Paolo Gentiloni ji ber ku li dijî derbeyan e wan rexne kirine û wiha got: 'Derbeya leşkerî ne çareseriye, tank nikarin li rêya bimeşin. Îro partiya Kurdan (HDP) ya ku bi Erdogan re pevçû, eşkere dike ku pirgirêkê Tirkiyeyê bi derbeya leşkerî nayê çareserkirin.'

    'PIRSGIRÊK BI DERBEYÊN LEŞKERÎ NAYÊN ÇARESERKIRIN'

    Renzi destnîşan kir ku hikumetên Îtalyayê û Tirkiye herdem di nava dîyalogê de bûn û dê diyalogên herdu welatan berdewam bikin. Renzi bang li sazî û rayedarên tirk kir û diyar kir ku Tirkiye bi girtina profesor û rojnamevanan pêşoroja xwe dixe hepsan. Em vê yekê herdem dibêjin, divê rojnamevanên girtî serbest bêne berdan.

    Renzî diyar kir ku ew dostê Tirkiyeyê ne û çareserî ne di derbeya leşkerî de ye. Renzi derbarê cezayê darvekirinê de jî diyar ku ev meseleyeke bingehîn ya YEyê ye û divê Tirkiye di vê mijarê de baldar be.

    Îtalya jikaravêtin û girtinên li Tirkiyeyê yên piştî  hewldana derbeya lekşerî de bertekên mezin dabû û xwestibû ku peymana penaberan bê rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Îtalya: Vegera cezayê darvekirinê, wê muzakereyan bide sekinandin
    Îtalya: "Li Deryaya Reş me 4 hezar û 500 koçber rizgar kirin"
    Almanya û Îtalya: ‘Sykes Picot şaşî bû, divê were rastkirin'
    Îtalya 500 leşkerî dişîne Iraqê
    Îtalya: Rêkeftina bi Tirkiyeyê re xwekujî ye
    Etîketan:
    partiya demokrat, derbeya leşkerî, çareserî, pêşeroj, girtî, rojnamevan, Matteo Renzi, Paolo Gentiloni, îtalya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de