12:04 20 Hezîran 2018
Fransa Dışişleri Bakanı Jean-Marc Ayrault

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê: Dibe ku Tirkiye veguhere rejîma dîktayê

© REUTERS / PHILIPPE WOJAZER
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault destnîşan kir ku ragihandina Rewşa Awarte Tirkiyeyê ji distûrên Yekitiya Ewrûpayê dûr dixe û diyar kir ku Tirkiye ber bi rejîmeke otokratîk ve diçe.

Washington — Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault, li Navenda Xebatên Navneteweyî û Stratejîk ya li Washingtonê de derbarê geşedanên dawî yê li Tirkiyeyê de axivî û got hikumeta tirk ji rexneyan gelekî aciz e lewma jî guh nade rexneyên ti welatan.
Ayrault destnîşan kir ku Tirkiye di rojên dijwar de derbas dibe û diyar kir ku dibe ku hikumeta tirk ji rêbazên ku rêvebiriyê veguherîne rejîma dîktayê sûdê wergire.

‘TIRKIYE JI YEyê DÛR DIKEVE'

Ayrault diyar kir ku pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewrûpayê (YE) di rêya modernbûnê de feydeyên gelek mezin li Tirkiyeyê kir lê ji ber geşedanên dawî Tirkiye her ku diçe YEyê dûr dikeve.

Hêjayî gotinêye ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê ji 10 hezaran zêdetir kes hatin desteserkirin û bi hezaran karmend ji kar hatin avêtin.

Bi heman mijarî:

Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
Etîketan:
modernbûn, rêbaz, hewldana derbeya leşkerî, derbeya leşkerî, yekitiya ewrûpayê, Jean-Marc Ayrault, tirkiye, fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de