08:56 24 Sibat 2018
Zindî
    Piştî Hewldana Derbeya Leşkerî  li Tirkiyeyê, wêneyên Erdoganî bi tankan ve hatin hilawestin.

    1000 nivîskar bi belavokeke hevpar derbeyê şermezar kirin

    © REUTERS/ BAZ RATNER
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekitiya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYB) bi belavokeke hevpar hewldana derbeya leşkerî şermezar kir û piştevaniya xwe ya bo serokkomar û serokwezîr eşkere kir.

    Stenbol — TYB bi daxuyaniyeke çapemeniyê  hewldana derbeya leşkerî ya di 15ê Tîrmehê de qewimî şermezar kir. Di daxuyaniyê de belavoka ku wek ‘Belavoka Şahiditiyê' hatibû binavkirin ku ji aliyê 1000 nivîskarî ve hatibû îmzekirin hate xwendin.
    Belavok ji aliyê Serokê TYBê ya Şaxa Stenbolê nivîskar-helbestvan Mahmut Biyikli ve hate xwendin. Civîn li navenda TYBê ya Stenbolê hate lidarxistin û di dema civînê de gelek nivîskar jî amade bûn.
    Biyikli eşkere kir ku ew li dijî derbeyan in û hewldana derbeya leşkerî jî şermezar dikin. Biyikli diyar kir ku ew li hember derbeyan li pişta Serokkomar û Serokwezîrên hilbijartî ne û wê herdem piştevaniya wan bikin.

    DESTEKA BO SEROKKOMAR Û SEROKWEZÎR

    Di belavoka bi navê ‘Belavoka Şahiditiyê' de hate gotin ku: ‘Em wekî nivîskarên vî welatî yên şahide dîrokê dikin, derbekarên rêxistina Fetoyê şermezar dikin. Em piştevaniya xwe ya bo Serokkomar û Serokwezîrê ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin eşkere dikin. Em sekn û tevgerên gelê Tirk yên li hember, hewldana dagirkeriya Tirkiyeyê, pîroz dikin.

    NAVÊ ÎMZAKERAN DÊ LI SER ÎNTERNETÊ BÊN PARVEKIRIN

    Di dawiya civînê de hate ragihandin ku di demeke nêz de, dê navê 1000 nivîskarên ku belavokê îmze kirine li ser malpera înternetê ya TYBê bê weşandin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Bila gel meşa xwe ya li hember derbeyê ranewestînin
    HDP li hemberî hewldana derbeyê xwepêşandanê lidar dixe
    Amerîka: Em karişî pêvajoya piştî hewldana derbeyê nabin
    Pira Bogazîçiyê îşev ji bo perotestokirina derbeyê girtiye
    Esad: Erdogan derbeyê ji bo polîtîkayên xwe yên tundrew bi kar tîne
    Bozdag: Hewldana derbeyê bi fermana Fethûllah Gulen çêbû
    Etîketan:
    serokwezîr, serkkomar, tyb, hewldana derbeya leşkerî, piştevanî, derbe, şer, mahmut biyikli, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de