01:14 18 Hezîran 2018
Sûr

ÎHD derbarê bîlançoya qedexeya derketina derve raportek weşand

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Şaxê Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) derbarê binpêkirinên mafên mirovan yên di dema qedexeya derketina derve de raportek amade kir. Li gorî raportê 296 kesan jiyana xwe ji dest da, 20 jin û 5 zarok hatin kuştin.

Amed — Şaxê Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê encamên qedexeya derketina derve ya li bajarên kurdan de raportek amade kir.
Agahiyên di raportê de wiha ne:

PEVÇÛN, BIRÎNDAR Û KUŞTIN

*Di encama pevçûnan de 407 PKKî jiyana xwe ji dest da û 11 ji wan jî birîndar bûn.
*Di dema bûyeran de 23 kes û di encama êrişên bombeyî de jî 32 kesan jiyana xwe ji dest da û 72 kes jî birîndar ketin.
*Di dema qedexeya derketina derve de 296 kesan ji ber guleya hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da û 110 kes jî birînda bûn.
*Hêzên ewlehiyê di 60 çalakiyên civakî de hêza bêpîvan bikar anîn û di encamê de 36 kes birîndar bûn.
*Hêzên ewlehiyê di heman heyamê de bi ser 1900 mal û ofîsan de girtin.

ZAROK

*112 ji wan zarok 3 hezar û 860 kes hatin desteserkirin.
*34 ji wan zarok hezar û 45 kesan îşkence dîtin.

ÎSKENCE Û ÊRIŞ

*Di dema desteserkirinê de û li nezaretan de îşkenceya zayendî hatin kirin.
*Herî kêm 184 kesan di dema desteserkirinê de îşkence dîtin.
*Hêzên ewlehiyê di dema biserdegirtina malan û li kolanan zor li 85 kesan kirin.

GIRTÎGEH

*Li girtîgehan herî kêm 450 kes bêyî ti hincetan an jî bi hinceta ku girtiyê siyasî ne şandin girtîgehên dûrî malbatên wan.
*176 girtiyên siyasî di girtîgeh û di dema şandina girtîgehê de rastî îşkenceya xebatkarên girtîgehê hatin.
*Li girtîgehan 300 ji wan rewşa wan giran 756 nexweş hene.  

JIN

*Di 6 mehên pêşî yê sala 2016an de di encama şîdeta nav malbatê 20 jin hatin kuştin û 7 ji wan jî mecbûrî xwekuştinê man.
*Li bajarên kurdan 5 zarok hatin kuştin û 4 ji wan jî mecbur man ku xwe bikujin. Herwiha 67 zarok jî rastî îstîsmara zayendî man.
*Di nav de xwendekar û siyasetmedar jî hene, derbarê 683 kesan de ji ber sedemên siyasî doz hatin vekirin, 83 kes ji ber sedemên pûç û vala hatin cezakirin.

ABORÎ Û MAFÊN CIVAKÎ

*Derbarê 13 hezar karmendên dewletê ji ber sedema ku beşdarî grevên sendîkayan bûne doza lêpirsînê hate vekirin.
*77 karmend cezayê îdarî girt,15 kes sirgûn bûn û 904 kes jî ji kar hatin avêtin.  

Bi heman mijarî:

ÎHD û SES: ‘Bila hikûmeta AKPê îstîfa bike'
ÎHD: 'Di şer û pevçûnan de 198 sivîl hatine kuştin'
ÎHD: Di 2015an de 37 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
ÎHD: ‘Di nav 5 mehan de 170 welatî hatin qetilkirin'
TIHV: ‘Hikumetê niyeta xwe ya xerab eşkere kir'
TÎHV: ‘Li bajarên kurdan 310 welatiyên sivîl hatin kuştin'
TîHV: 'Heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin qetilkirin'
Etîketan:
raporta îhd, jin, maf, azadî, xwekuştin, amed, bajarên kurdan, ÎHD, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de