10:59 20 Hezîran 2018
ala sûriyeyê-muxalif

Dîroka civîna Sûriyeyê eşkere bû

© REUTERS/ Omar Sanadiki
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Dîroka civîna çareseriya şerê Sûriyeyê ya ku wê ji aliyê Rûsya, DYA û NYyê li bajarê Cenevreyê bê lidarxistin, diyar bû.

Navenda nûçeyan —  Li gorî daxuyaniyên dîplometekî ku di medyaya Rûsyayê de hatine belavkirin, Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bo hevkariya xwe ya derbarê qeyrana Sûriyeyê berdewam bikin, bi beşdarbûna DYA û Neteweyên Yekbûyî (NY) wê li 26ê Tîrmehê li bajarê Cenevre ya Swîsreyê bicivin.
Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê NYyê Staffan de Mistura jî beşdarî civînê bibin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova jî daxuyandibû û gotibû ku Rûsya, DYA û NY di hefteya pêşiya me de wê civîneke hevpar lidarbixin lê derbarê hurgiliyên civînê de ti agahî nedabû.

Bi heman mijarî:

Yûsif: Em ê nehêlin Sûriye perçe bibe
Lavrov bi balyozên YEyê re Sûriye û Ûkrayna nirxandin
3 DAIŞî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê hatin girtin
'Tirkiye û Sûriye nêzîkî hev dibin'
Sûriye: "Hebûna hêzên Almanya û Fransayê îxlala desthilatiya me ye"
Robert Fisk bertek da raporta NY ya ‘li Sûriye cixarekêşî': Man hûn şerm nakin?
Etîketan:
qeyrana sûriyeyê, netweyên yekbûyî, cenevre, çareserî, civîn, sûriye, amerîka, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de