15:40 19 Hezîran 2018
derbeya leşkerî

TIHV: ‘Hikumetê niyeta xwe ya xerab eşkere kir'

© REUTERS/ KEMAL ASLAN
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş îro di nava daxuyaniya xwe ya derbarê Rewşa Awarte de eşkere kir ku 'di dema Rewşa Awarte de Peymana Mafên Mirovan ya Ewrûpayê wê bê rawestandin' Nûnerê TIHVê Coşkun Ustercî bertek da vê yekê û diyar kir ku hikumet bi van gotinan niyeta xwe ya xerab eşkere kir.

Enqere — Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş îro daxuyand ku Peymana Mafên Mirovan ya Ewrûpayê bo demekê rawestandine û ragihand ku heta niha bi dehan caran rewşa awarte hatiye ragihandin lê hemû jî ji zerara gel re bûn lê ya ku wan ragihandiye tenê ji zerara derbekaran re ye.

'HIKUMET NIYETA XWE YA XERAB EŞKERE KIR'

Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TIHV) Coşkun Ustercî bertekek mezin da daxuyaniya Kurtulmuş û diyar kir ku ‘hikumet bi vê kiryarê niyeta xwe ya xerab' eşkere kiriye. Ustercî got: ‘Mirov dikare bi awayekî bihurbar û ji venêranê vekirî, bergiriyên li dijî berpirsiyariyên ku di encama Madeya 15emîn ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewrûpayê de derketine holê bistîne. Ev ifadeyeke eşkere ye. Ti kes nikare madeyên bingehîn yên wekî qedexeya îşkenceyê, qedexeya înfaza bêdaraz û parastina mafên jiyanê binpê bike. Lewma jî gotina ‘Em ê Peymana Mafên Mirovan ya Ewrûpayê rawestînin'  şaş e. Hikumet bi vê gotinê niyeta xwe ya xerab eşkere kir.'

'QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ TÊ BINPÊKIRIN'

Ustercî destnîşan kir ku ew wekî komeleya mafên mirovan li dijî derbe û hewldanên derbeyan in û diyar kir ku derbeciyan bi hewldana derbeyê li hember gelê Tirkiyeyê sûcê mirovatiyê kirin. Divê ew kes bêne dîtin û li gorî rêzikên hiqûqê bêne darizandin.
Ustercî amaje kir ku îro hikumet bi awayekî keyfî kesên ku dixwaze desteser dike û gelek caran îşkeneyan li wan dike. Bi vê yekê qedexeya îşkenceyê tê binpêkirin.

'QAÛNA REWŞA AWARTE DI DEMA DERBEYA 12Ê ÎLONÊ DERKETIYE HOLÊ'

Ustercî diyar kir ku ew ne bawer in ku Rewşa Awarte bi awayekî rast bê sepandin lewra qanûna Rewşa Awarte di dema derbeya 12ê Îlonê de derketiye holê. Ustercî wiha berdewam kir: ‘Qanûn ji aliyê Hikumeta Bulend Ulusu bi armanca xurtkirina  derbeyê hatiye derxistin. Ji ber vê yekê mirov nikare bi qanûneke ku bi hişmendiya leşkeran hatiye derxistin li hember derbeya leşkerî derkeve. Çareseriya derbeyên leşkerî berfirehkirina maf û azadiyên bingehîn û demokratîkkirina welêt e.'

Bi heman mijarî:

Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
Hewldana derbeya leşkerî û wêneyên ku di hêşê mirov de man
Ji bo lêkolîna hewldana derbeya leşkerî li parlamentoyê komîsyon tê avakirin
Etîketan:
derbeya leşkerî, derbekar, qanûn, çareserî, şer, demokrasî, rewşa awarte, leşker, îşkence, tihv, Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyeyê (TIHV), umît ustercî, numan kurtulmuş, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de