08:39 19 Sibat 2018
Zindî
    derbeya leşkerî

    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn

    © REUTERS/ KEMAL ASLAN
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Partiya Pêşve ya Îtalî (Forza Italia) rojnamevan Alessandro Bertoldi, operasyonên dûrxistinên ji kar yên piştî hewldana derbeya leşkerî yên li Tirkiyeyê wek ‘derbeya rastîn' binav kir. Bertoldi got: ‘Tirkiye êdî ne dewleteke laîk e ne jî bo hevkariyê hevkarekî bi ewle ye.'

    Navenda nûçeyan —  Bertoldi di axaftina xwe ya Spûtnîkê de diyar kir ku divê pirsên ‘Gelê Ataturkê piştî 15ê Tîrmehê dê çawa bijî gelo? Gelo wê li hemberê Îslama radîkal têk biçe an na?' bêne bersivandin.

    ‘DEMA KU HEJMARA WAN ZÊDE BÛYA JIXWE DÊ DERBE PÊK BIHATA'

    Bertoldi daxuyand ku li Tirkiyeyê derbeya rastîn ya ku divê mirov jê bitirse niha tê kirin. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan alîgirên hewldana derbeyê ceza dike. Le ger bi rastî jî hejmara wan ew qasî zêde bûya jixwe dê derbeyê pêk bianiyana. Erdogan bi behaneya derbeyê kesên bi wan bawer nabe û dijberên xwe tesfiye dike. Bi behaneya derbeyê serdestiya hiqûqê û cudabûna hêzan parçe dike.

    Sembola NATO li ber avahiya NATO`yê li Brukselê
    © AP Photo/ Virginia Mayo, File
    ‘TÊKILIYÊN TIRKIYE YÊN LI GEL WELATÊN EWRÛPÎ HER KU DIÇE XIRAB DIBE'

    Bertoldi ragihand ku dema ku meclisa tirk biryara vegerandina cezayê darvekirinê bide dê Erdogan vê yekê erê bike. Bertoldi  eşkere kir ku hem Yekitiya Ewrûpayê (YE) û hem jî serokên NATOyê, dibêjin ku bi welatekî ku cezayê îdamê lê hebe ne mimkun e ku muzakere bên kirin û wiha berdewam kir: ‘Lîstikeke bi talûke tê lîstin. Serokê Dewleta Rûsyayê Valdîmîr Pûtîn bal kişandibû ser têkiliyên Erdogan û DAIŞê. Tirkiyeya vî sultanî êdî ne laîk e ne jî bo hevkariyê hevkarek bi ewle ye.'

    ‘TIRKIYE BÛYE GIRTÎGEHEKE MEZIN'

    Bertoldi  girtin û desteserkirinên li Tirkiyeyê şirove kir û diyar kir ku Tirkiye bûye girtîgeheke mezin ku trajediyên gelek mezin lê diqewimin.

    Bi heman mijarî:

    'Dîrektorê CIAyê Brennan jî di nava hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê de bû'
    Fuat Onen: Em li ser mafên xwe yên xwezayî li dijî derbeyê û vê dewletê ne
    Îran: Sedema hewldana derbeyê nêzîkbûna Tirkiya-Sûriyayê ye
    Amerîka ji bo derbeyê daxuyanî da: Tiştin nelirê û bêpîvan in
    ‘Bila hewldana derbeyê bibe wesîleya rûpeleke nû'
    Esad: Erdogan bi behaneya hewldana derbeyê wê dijberên xwe tesfiye bike
    Etîketan:
    dijberên akpê, rojnamevanê îtalî, tesfîye, derbeya leşkerî, Alessandro Bertoldi, tayîp erdogan, îtalya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de