12:21 27 Gulan 2018
Amed

Karsazên Amedê banga pêvajoya çareseriyê kirin

© Foto: Şaredariya Bajarê Amedê
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Li Amedê karsazan li dijî hewldana derbeya leşkerî daxuyaniyeke hevpar dan û ji dewlet û hikumeta Tirkiyê daxwaz kirin ku pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê bike.

Amed- Yekitî û Odeyên karsazên Amedê li ber deriyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku ew hewldana derbeya leşkerî bi awayekî tund şermezar dikin. Hate diyarkirin ku, ji gava destpêkê û heta niha xelkê Amedê li dijî hewldana derbeya leşkerî derketine û herdem alîgiriya demokrasî û azadiyê kirine.
Li ser navê karsazan Serokê Komîteya Rêvebir yê Borseya Bazirganiya Amedê Engîn Yeşîl destnîşan kir ku ji bilî îradeya gel ew ti îradeyeke din nas nakin û ew dev ji demokrasiyê bernadin.
Di dawiya axaftina xwe de Yeşîl bangî rayedarên dewleta Tirkiyê jî kir û ragihand ku gelê Amedê dixwaze ku pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê bike.

Bi heman mijarî:

Li Amedê du jê general nêzî 100 derbekerî hat binçavkirin
Şeva hewldana darbeyê li Amedê...
Cenazeyên 3 kesên din jî anîtin Amedê
Li Amedê êrîş: 2 polîs birîndar bûn
Li navçeya Bismilê ya Amedê êrişa leşkeran: Çawişekî pispor hat kuştin
Şêx Seîdê Pîran wê sibê li Amedê were bi bîr anîn
Etîketan:
şermezakirin, karsazên amdê, hewldana derbeya leşkerî, daxuyanî, engîn yeşîl, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de