11:42 21 Hezîran 2018
KCK

KCK: Destê AKPê di êrişên DAIŞê yên li Ewrûpayê de heye

© Foto: Sosyalist Forum
Polîtîka
Lînkê kurt
0 10

Hevserokatiya Rêvebiriya Koma Civakên Kurdistan (KCK) êrişa li bajarê Nice ya Fransayê şermezar kir û ji gelê Fransayê re sersaxî xwest. KCKê eşkere kir ku ji ber polîtîkayên qirêj yên AKPê DAIŞ bûye bela serê gelê Rojhilata Navîn û cîhanê.

Xwepêşandana PYDê
© AFP 2018 / Delil Souleiman
Navenda nûçeyan —   Hevserokatiya Rêveberiya KCKê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa li bajarê Nice ya Fransayê şermezar kir. KCK di daxuyaniya xwe de behsa hevkariya AKPê û DAIŞê kir. KCKê ragihand ku DAIŞ li Sûriye û Iraqê bi piştevaniya Hikumeta AKPê û MÎTê xurt bûye û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ji niha û pê de dê şerê terorîstên faşît bikin.

JI BER POLÎTÎKAYÊN AKPÊ DAIŞ BÛYE BELA SERÊ CÎHANÊ

Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku êrişên bi vî rengî ne tenê li hember gelê fransî li hember hemû cîhanê hatiye kirin û ev komên terorîst li ser navê ol û mezheban rojê bi dehan sivîlî qetil dikin. Hate gotin ku gelek dewletên li Rojhilata Navîn yên ku di nava mucadelaya hêzê de ne piştevaniya komên faşît dikin û wan xurt dikin. Yek jî wan hêzan jî AKP ya mezhebperest e.
Lewra AKPê gelek caran Ewrûpayê bi îslamofobiyê sûcdar dike û bi vê yekê piştevaniya kujer û terorîstan dike.

Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê bi saya AKP û MÎTê ew qasî xurt bûye û destê AKPê di êrişên DAIŞê yên li Ewrûpayê de heye. Hate gotin ku AKP û MÎT ji ber fikra dijminahiya kurdan, piştevaniyeke mezin didin terorîstên DAIŞê.  
Tirkiye bûye baregeha lojîstîk û otobana terorîstên DAIŞê. Di encamê de ji ber polîtîkayên AKPê DAIŞ bûye bela serê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê.

AKP Û DAIŞ HEVKARÊ HEVDÛ NE

KCK da zanîn ku AKP bo ku dijminên xwe yên li Rojhilata Navîn têk bibe komên terorîst ji xwe re wekî enstrumanên siyasî bi kar tîne û bi vê yekê armanc dike ku bibe hêzeke mezin ya siyasî. Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku AKPê dît ku komên terorîst ji aliyê gelê Rojhilata Navîn û gelê kurd ve hatin têkbirin, hema siyaseta xwe guherand û niha jî li herêmêji xwe re li dostan digerin. Herwiha bi saya vê politikaya xwe dixwaze ku xwe ji encamên siyasî û hiqûqê yên bi hevkariya DAIŞê xelas bike. Lewma jî AKP di demên dawî de gotinên xwe yên li dijî DAIŞê zêde kir lê tenê gotinan dikin, li hember terorîstan ti kiryarên wan tune ye.

DESTÊ AKPÊ DI ÊRIŞÊ DAIŞÊ YÊN LI EWRÛPAYÊ DE HEYE

KCK pirsyariyên ‘Ma gelo dê hêzên siyasî û gelên cîhanê hesabê encamên ku ji ber polîtîkayên ku faşîzma AKPê dişopînin, derketine holê nepirsin?' û ‘Ma wê manewrayên AKPê yên bo ku ser polîtîkayên xwe yên qirêj bigrin nebînin?' ‘Kesên ku her roj Ewrûpayê bi îslamofobî sûcdar dikin û piştevaniya terorîstan dikin dê bedêla van kiryarên xwe nedin? ‘ ji civaka navnetewî re kir û xwest ku êdî cîhan li hember hevkariya AKPê û DAIŞê bêdeng nemine.

TIRKIYE JI BER DIJMINATIYA KURDAN PIŞTEVANIYA DAIŞÊ DIKE

Di daxuyaniyê de behsa dijminatiya Tirkiye ya li hember kurdan hate kirin û hate gotin ku divê hemû cîhan bizanibe ku hikumeta Tirkiye ji ber vê dijminahiyê têkilî karên qirêj dibe. Divê hikumeta AKPê ji ber van kiryarên xwe yên qirêj bê cezakirin.

Bi heman mijarî:

Yuksekdag: Berpirsê kuştina sivîlan AKP ye
KCK: AKP bêhêz e û ji aliyê hêzên tarî ve tê birêvebirin!
AKP bo pirtûkên ku propagandaya DAIŞê dikin çi qas pere xerc kir?
AKP kongreya awarte li dar dixe û Ahmed Davutoglu jî dev ji kar berdide
AKP: "îdîayên vegera ser maseya çareseriyê ne rast in"
YNKê bersiv da: Bila AKP xwe newestîne em li dijî PKKê şer nakin
Etîketan:
dijminahî, mît, teror, daiş, akp, gelê kurd, hevkarî, êriş, HEVSEROKATIYA KCKÊ, EWRÛPA, TIRKIYE
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de