13:24 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Ebdurahman Qasimlo

    Dr. Ebdurahman Qasimlo di têkoşîna kurdan de dijî

    © Foto: Kurdistantime
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Sekreterê Giştî yê PDKÎ(Partîya Demokrat a Kurdistan a Îranê) Dr. Ebdurahman Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989ê de li Viyeneya paytextê Awusturyayê li gel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ yê Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûlê ji herêma Kurdistanê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

    Dr. Ebdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên rejîma Îranê re li dar dixist, tûşî vê komployê bûn.

    Çar parçeyên kurdistanê hemû kurd di 27emîn salvegera qetilbûna Dr. Ebdurahman Qasimlo û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û rejîma Îranê jî şermezar didin.

    ​Helbestvana kurd Fatima Savci di hesabê xwe yê twitterê de Qasimlo bi bîr anî û wiha got,"Qasimlo ew çiyayê me yê bilind û birîna me ya xedar."

    ​Herwiha akademesiyenê polîtkayê Ceng Sagnıç ragihand ku duh alaya Kurdistanê bi dizî hatiye hilawistin.

    Rojnamevan Cesim Ilhan jî ji hesabê xwe yê Facebookê derbarê Qasimloyî de nivîsî û ew bi bîr anî.

    ABDURREHMAN QASIMLO KÎ YE?

    Qasimlo di 22ê Berfanbera sala 1930an de li bajarê Ûrmiyayê ji dayik bûye. siyasetmedarekî kurd e û ji sala 1973an heta roja kuştina xwe serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê bû. Di roja 13ê Temûza 1989an de, ji aliyê hin kesên ku tê gotin ku sîxurên Îranê bûn, li paytextê Awustiryayê, li Viyanayê hat kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdistana Îranê dest bi grevê dike
    Li Kurdistana Îranê gel çalakî lidarxist
    Îran 200 hezar leşkerî li Kurdistana Îranê bi cih dike
    Li Kurdistana Îranê alozî zêde dibe, xelk rabû ser piyan
    Li Kurdistana Îranê festivala neteweyî
    Li Kurdistana Îranê bazirganan dest bi boykotê kir
    Etîketan:
    PDKÎ, Fatima Savci, Ebdulrehman Qasimlo, Ûrmiya, Awustirya, Kurdistana Îranê, Viyana, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de