02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Divê NATO li gor şertên nû xwe biguherîne

    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 1201

    Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku di naveroka têgeha gefa ewlekariyê de guhertinên girîng çêbûne û divê di vê pêvajoyê de NATO bêhtir çalak be. Erdogan got: "Divê li hemberî van gefan xwe aktûel bike."

    Navenda Nûçeyan — Serokomarê Tirkiyê Recey Tayyip Erdogan beriya ji bo beşdariya Lûtkeya NATOyê biçe Polonyayê, hin nirxandin kir. Erdogan got ku; "Ji bo berdewamiya îstîkrara kurewî û dengeya hêzê, şert e ku hevalbendî piştgiriya xwe berdewam bike, pêşîlêgirtinê jî qewîtir bike. Em li bendene ku NATO li hemberî pêşketinên bandorên neyênî li ser ewlekariya Tirkiyê dikin, bêhtir di nava hewldanê de be."

    Erdogan derbarê hevdîtina xwe û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin de agahî da. Erdogan aşkere kir ku di planê de ye ku hevdîtin di dawiya vê mehê de, yan jî serê tebaxê çêbibe. Lê piştî ku zelal bibe wê bê ragihandin. Erdogan di axavtina xwe de behsa mijara ‘terorê' kir û wiha axivî; "Di hefteyên derbasbûyî de destpêkê li Stenbolê, piştra li Iraqê û li Erebistana Siûdiyê weke ku we jî dît di êrîşên terorê de, ewlekariya navdewletî bêhtir rewşeke qurf distîne. Ev rewş ne pirsgirêkeke wisa ye ku bandorê tenê li ser çend welatên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bike. Eksî wê mijareke wisa ye ku tevahiya herêman dixi bin bandora xwe û aliyê wê yê kurewî heye. Jixwe çalakiyên terorê yên li Fransayê, li Belçikayê, li Tunisê, li Misre û li DYAyê daye xuyakirin ku li ku be bila bile, çiqas pêşketî be bila be ti welat ne ji derveyî vê pêvajoyê ye."

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyeyê ji bo NATOyê qaydeyên angajmanê guherandin
    NATOyê daxuyaniya destwerdana di Ûkraynayê de da
    Rûsya: "Em ê bersivên sîmetrîk bidin NATOyê"
    Rûsya: Me hêj bersivek erênî nedaye NATOyê
    Kremlîn: Li hemberî NATOyê bergiriyên hewce tên girtin
    Etîketan:
    NATO, Vladimir Putin, Recep Tayyip Erdogan, Polonya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de