12:59 25 Hezîran 2018
Selahatîn Demîrtaş

Demîrtaş: Divê di çareseriya pirsgirêka kurd de PE navbeynkariyê bike

© Foto : AA/ Samuel Corum
Polîtîka
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya Parlementoya Ewrûpayê (PE) de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û bidawîkirina şerê li bajarê kurdan bangewaziya fermî li PEyê kir.

Navenda nûçeyan — Demîrtaş wekî bêjekar beşdarî panela bi navê ‘Li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê' ya Parlementoya Ewrûpayê (PE) bû. Demîrtaş di dema axaftina xwe de bangewaziya navbeynkariyê li PEyê kir.
Raportora PEyê ya Tirkiyeyê Kati Piri jî li ser rakirina parêzbendiyan û rewşa parlmeneterên HDPê axivî û got: ‘Ger parlementerên HDPê di hepsê kevin, wê Parlementoya Ewrûpayê, ti caran peymana serbestiya vîzeyan erê neke.'
‘ME TEKSTA XWEPARASTINA HEVPAR AMADE KIR'
Demîrtaş dyar kir ku dema ku parêzbendiyên wan bêne rakirin wê hemû bi heman xweparastinê parastina xwe bikin. Demîrtaş da zanîn ku wê neçîn dozgeriyê lewma jî wê bixwazin ku wan bo zorê bigrin.
Demîrtaş da xuyakirin ku divê muzakereyên Tirkiye û PEyê bê navber berdewam bikin û divê PE nehêle ku Tirkiye mijara penaberan li hember wan bikarbîne.  
ZÎYARET 3 ROJAN WÊ BERDEWAM BIKE
Ziyareta Demîrtaş,Alîkarê Hevserokê Gelemper HDPê yê Hişyar Ozaydin û Parlementera Şirnexê ya HDPê Leyla Bîrlîk wê 3 rojan berdewam bike.. Demîrtaş û lijneya li gel wî wê bi Serokê PEyê Martin Schulz, Nûnerê Bilind yê Berpirsiyarê Polîtîkayên Ewlehî û Têkiliyên Derve yê Yekitiya Ewrûpayê (YE)  Federica Mogherini û Raportorê Tirkiye yê Parlementoya Ewrûpayê Kati Piri re hin hevdîtinên fermî pêk bînin.

Bi heman mijarî:

Raportora PEyê: Rakirina parêzbendiyan şaşiyeke dîrokî ye
PEyê bang li parlamenteran kir ku piştgiriyê nedin rakirina parêzbendiyan
Tirkiye:'Em ê raporta PEyê îade bikin'
Raporta PEyê ya Tirkiyeyê ji serî heya binî hemû rexne ne
Etîketan:
navbeynkarî, bangewazî, çareserî, pirsgirêka kurd, Parlementoya Ewropayê, hdp, leyla bîrlîk, hişyar ozaydin, selahattîn demîrtaş, ewrûpa, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de