07:03 19 Sibat 2018
Zindî
    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş

    Demîrtaş: Kesên ku rêya xwe şaş kirine wê bixwe rêya xwe bibînin

    © Foto: HDP
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş beyî ku nav bide derbarê gotinên parlamenterê partiya xwe Altan Tan da. Tan gotibû ku "Em di siyaseta kurd de di rêya veqetandinê de ye, dibe ku ji derveyî HDPê partiye bê avakirin."

    Stenbol — Selahattin Demirtaş li Stenbolê beşdarî bernameya fitara partiya xwe bû û derbarê nirxandinên Altan Tan de axivî. Altan Tan ji rojnameya Haberturkê re axivî bû û gotibû ku "Em di siyaseta kurd de di rêya veqetandinê de ye, dibe ku ji derveyî HDPê partiye bê avakirin." Selahattin Demirtaş got ku "Yên di rêya veqetandinê ne ne em in. Xeta me li ciyê xwe ye. Me di 7ê Hezîranê de, di 1ê Mijdarê de ji gel re çi gotibe em li heman ciyî desekinin. Kesên ku rêya xwe şaşkirine wê bixwe bixwe rêya xwe bibinin. Programa partiyê li holê ye, dokumanên partiyê li holê ne."

    'EM NE PARTIYEK OLPEREST IN'

    Demîrtaş di berdewama axavtina xwe de ev nirxandin kir; "Gotina ku di nava HDPê de nûnertiya misilmanên kurdan nîne, bêwicdaniye. Di nava HDPê de nûnertiya herî bilind a kurdên misilman ez dikim. Ji ber ku em dikarin bi tevahiya cudatiyan re yekîtiyê çekin, em xurt in. Em ne partiyeke olperest in. Em nabin olperest jî. Ha partiyên olperest nînin? Belê. Kesên ku bixwazin dikarin li wir siyasetê bikin.

    Hevserokê HDPê herweha balkişand ser program û exlakê siyasî û diyarkir ku "Divê herkes li gor van tiştan tevbigere. Ev partî bi şexsan ava nebû bi şexsan jî ava nabe. Bi ked û xwêdana gel, bi giyanê hezaran zarokên wan avabûye."

    Bi heman mijarî:

    Altan Tan:'Wan alçaxan li Meydana Kizilayê wê derbên girantir bixwara'
    Altan Tan: Divê kurd biratiyek xurt di nav xwe de ava bikin
    DBPê, Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan rexne kir
    Altan Tan: 'Hêza HDPê têra guherandina biryara PKKê nekir'
    Etîketan:
    veqetandin, HDP, Altan Tan, Selahattin Demirtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de