11:52 27 Nîsan 2018
    Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê

    Di Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê de guhertina wezîfeyan

    © Foto: AA/Arşiv
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê de tayinên nû diyar bûn. Di biryarnameyê de navê Şêwirmendê MITê Hakan Fîdan nîne ku dihate îdakirin wê weke balyozê Tokyoyê bihata tayinkirin.

    Navenda Nûçeyan — Biryarnameya balyozan hate aşkere kirin. Bi biryarnameyê re di Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê de wezîfedarkirin ji nû ve hate kirin. Li gor encama biryarnameyê Şêwirmendê Wezareta Karê Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu weke Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) hatiye wezîfedarkirin.

    Alîkarê Wezîrê Karê Derve Nacî Korû jî weke Nûnerê Daîmî yê Cenêv ê NYyê, alîkarê şêwirmend Mûrat Esenlî weke balyozê Romayê û balyozê Bexdayê Farûk Kaymakçi jî weke Nûnerê Daîmî yê Yekîtiya Ewropayê hatiye aşkerekirin. Ji şûna Farûk Kaymakçî, Fatih Yildiz bû balyozê Bexdayê.

    Berdevkê Wezaretê Tanjû Bîlgîç bû balyozê Belgradê. Balyozê Moskovayê Umît Yardimci wê li navenda wezaretê bê wezîfedarkirin ku têkiliya Rûsya û Tirkiyê piştî xistina balafira şer ya SU-24 di têkiliya her dû welatan de krîz derketibû.

    Di biryarnameyê de navê Şêwirmendê MITê Hakan Fîdan nîne ku dihate îdakirin wê weke balyozê Tokyoyê bihata tayinkirin.

    Bi heman mijarî:

    Alparslan Çelik nameya aştiyê ji berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê re şand
    Îdia - Serokê MITê Hakan Fidan ji kar hat avêtin
    Çavuşoglu: ‘Heke serbestiya vizeyan neyê dayîn, em ê peymanê bicemidînin'
    Zaxarova:'Ji Çavuşoglu îtîrafa Ûkrayna û Gurcistanê'
    Çavuşoglu:'Em dikarin bi Rûsyayê re grûba xebatê ya hevpar ava bikin'
    Etîketan:
    biryarname, Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê, Tanjû Bîlgîç, Hakan Fidan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de