20:09 18 Hezîran 2018
Alayên Rûsya û Amerîkayê

Amerîka û Rûsya nêzîkî hev dibin; pêwendiya hevpar jî kurd in

© Fotolia / KLimAx Foto
Polîtîka
Lînkê kurt
0 30

Operasyonên Amerîka û Rûsyayê yên li Sûriyeyê yên li dijî terorîstên DAIŞê berdewam dikin. Hate gotin ku ev rewş her du dewletên navborî ji aliyê stratejîk ve nêzî hev dike û peywendiya hevpar ya di navbera herdu dewletan jî 'şervanên kurd' in.

Navenda nûçeyan — Ajansa Associated Press(AP) li ser têkiliyên Amerîka û Rûsyayê analîzek kir û ragihand ku operasyonên Reqa û Fellûceyê nîşaneya stratejiya hevpar ya Amerîka û Rûsyayê. Di nûçeyê de behsa şervanên kurd jî tê kirin û tê gotin ku hebûna kurdan ya di operasyonan de ji bo Moskowa û Washington xwedî girîngiyeke heyatî ye.

Lewra tê gotin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di tekoşîna li dijî DAIŞê de hêzên herî serkeftî yên Rojavayê ne. Dûrxistina HSDê ya DAIŞiyan ya ji Artêşa Sûriyeyê bi kêrî Hikumeta Şamê tê û her wiha ev yek Rûsyayê jî gelekî kêfxweş dike.
Di nûçeyê de behsa daxuyaniya Berdevkê Pentagonê Peter Cook yên wekî ‘bi Rûsyayê re hevkariyeke eşkere tune ye lê ji bo guherîna vê rewşê hinek gengeşî tê kirin.' û ya  Berdevkê Kremlîn Dmitry Peskov ya weke 'bi Amerîkayê re 2 caran danûstandina îstîxbaratê hatiye kirin.' hate birîxistin.

Di encama nûçeya analîz ya ku van agahiyan berhev kiriye ev şirove tê kirin; têkiliyên Rûsya û Amerîkayê her ku diçe zêdetir dibe. Pêwendiya hevpar ya ku herdu dewlatan nêzî hev dike jî 'şervanên kurd' in.

Bi heman mijarî:

HSD:'Me operasyona Minbicê dest pê kir û niha em nêzî navêndê ne'
HSD: ‘Dê federasyon were îlankirin, lê kanton ji hev venaqetin'
Hêzên HSD û YPGê terorîstên DAIŞê li Girê Spî dorpêç kirine
HSD: ‘Em bi agirbestê ve girêdayîne û pêngava Rûsyayê girîng dinirxînin'
Etîketan:
hsd, şerwanên kurd, pêwendî, rojava, peter Cook, Dmitriy Peskov, amerîka, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de