02:47 19 Çile 2018
Zindî
    demirtaş

    Demirtaş ji bo serokên partiyan: Em bicivin û vê xwînê bisekînin

    © Foto: AA/ Elif Öztürk
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş bang li Serokwezîr û serokên partiyên parlamenê kir ku ji bo şer û pevçûnan bidin sekinandin li hev bicivin. Demîrtaş got ku heke em vê pirsgirêkê çareser nekin, wê demê em hemû dest ji wezîfeyê berdin.

    Amed — Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş li Amedê beşdarî rêûresma vekirina avahiya Şarederiya Yenîşehîrê bû. Demîrtaş li vir axivî û bang li Serokwezîrê Tirkiyê û serokên partiyên parlamenê kir.

    Derbarê teqîna li Stenbolê de Demîrtaş wiha axivî, "Ti rê û rêbazên tundiyê, bi ti awayî nebûne ew rêbazên ku HDP dipejirîne. Ji niha û pê ve jî nabe. Rageşî û rikberiya siyasî em qebûl dikin lê divê ez careke din jî bînim ziman ku em tê rê û rêzabên tundiyê qebûl nakin."

    Selahattin Demirtaş got ku "Kesê li Qesrê wisa asayî dike ku. Em wê bîrewerê red dikin ku dibêje "Wê heta qiyametê berdewam bike". Divê demildest mirina ciwanan bisekine. Heke ku wê mirin heta qiyametê berdewam bikin, wê demê çi karê te li ser wê palgehê heye? Şer heta qiyametê berdewam nake, bila hûn bawer bikin. Ew bîrewer heta qiyametê berdewam nake ku dema xwînê dibîne rih bi laşe wî dikeve. Qesr heta qîyametê namînin. Heke ku ez serokwezîr bûma min ê îro dest ji wezîfeyê berda. Ne ku ez derketama û min bigota hînî êrîşên bombeyi bibin. Jiber ku rûmeta me heye."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Ez pir meraq dikim ku tehlîla xwîna Erdogan bigrin dê çi derkeve'
    Ji Demirtaş bo Erdogan: ‘Heke dîplomaya wî tunebe serokomarî diweşe'
    Demirtaş: ‘Tu zordar û dîktator heta dawiyê namînin'
    Demirtaş: ‘Kî fermana wêrankirina bajaran daye Xwedê belayê wî bide'
    Demirtaş: Welatê kurdan Kurdistan e
    Etîketan:
    şer, HDP, Selahattin Demirtaş, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de