10:45 28 Gulan 2018
Çalakiya jinan li Qada Galatasarayê

Jinan li Qada Galatasarayê bertek nişanî Erdogan dan

© Foto : DHA
Polîtîka
Lînkê kurt
0 10

Komeke endamên Platforma Em ê Kuştinê Jinan Bidin Sekinandin ji ber gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê jinan de li Qada Galatasarayê ew protesto kirin.

Navenda Nûçeyan — Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku "Heke jinek ji ber ku dixebite ji dayiktiyê bireve, di bingeha xwe de ew tê wateya ku jin jinîtiya xwe înkar dike. Redkirina dayiktiyê û tê wateya destjêberdana nîvê însanan." Komeke jin duh êvarî saet di 19.30ê de li Qada Galatasarayê kom bûn û ji ber van gotinan, Erdogan protesto kirin. Parlamenterên CHPê Sezgin Tanrikulu û Gulay Yedekçî jî piştgirî dan çalakiyê.

‘BERPIRSIYARIYA HİQÛQÛ Û CEZAYÎ YA SEROKOMAR JÎ JI BER GOTIN, ÇALAKÎ Û TEVGERÊN WÎ HENE'

Li ser navê komê seroka Platformê Gulsum Kav daxuyanî xwend û got ku, "Jinan bi salan şewitandin jî dan berçavên xwe lê têkoşîn kirin û mafên xwe bidest xistin. Di sedsala 21emîn de êdî ne tene kontrola zayînê, em komikeke bi navê tenduristî û mafên zêdebûnê jî didin nasîn. Em komika mafê didin nasîn. Ev tişt wan xizmetan di nava xwe de dihewîne ku divê dewlet bide tevahiya welatiyên xe û tenduristiya wan ya zayendî misoger bike. Di qada gerdûnî de asta ku ev maf gihiştinê ev in. Me li Tirkiyê ev maf xistiye bin misogeriya destûra bingehîn. Em bang dikin ku tevahiya rayedar vê rastiyê bibînin. Nexwe çi daxuyaniyên ku ji derveyî vî tiştî bikin, sûc e. Bila qedemeya herî jor ya dewletê be jî berpirsiyariya hiqûqî û cezayî ya Serokomar û rêvebirên din jî ji ber gotin, çalakî û tevgerên wan hene."

Bi heman mijarî:

Di 8ê Adarê de li Geverê wehşet: 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin!
Ji KCKê peyama 8ê Adarê: ‘Jin wê Rojhilata Navîn azad bikin'
Li Erebîstana Siûdî semîner: Gelo jin însan e?
Êdî jin dikarin bi tenê paşnavên malbatî bi kar bînin
TIRKIYE - Di meha Rêbendanê de 30 jin hatine kuştin
Etîketan:
dayiktî, jin, Platforma Em ê Kuştinê Jinan Bidin Sekinandin, Sezgin Tanrikulu, Recep Tayyip Erdogan, Gulsum Kav, Qada Galatasarayê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de