20:34 27 Gulan 2018
Ertugrul Ozkoz

Nivîskarê tirk: Li şûna DAIŞê YPG li sînor be dê baştir be

© Foto : AA
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok di nivîsa xwe ya îro de diyar kir ku li şûna komên terorîst yên wekî DAIŞ, El Nûsra,bila şervanên YPGê hebin. Qenebe wê girên bajarên Tirkiyeyê yên ser sînor neyên topbarandin.

Navenda nûçeyan — Rojên borî alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş bal kişandibû ser politikaya derve ya Tirkiyeyê û diyar kiribû ku divê Tirkiye polîtîkaya xwe ya derve hinekî nerm bike. Hêj ku li nava hikumeta tirk de dengên ‘revîzyonê' bilind dibin, rojnamevan Ertugrul Ozkok jî derheqê polîtîkaya Tirkiye ya li ser Sûriye û Rojava de nivîsek nivîsand.
Ozkok ragihand ku li ser sînorê Sûryeyê de li şûna terorîstên weke DAIŞ, El Nûsrayê bila YPG hebe lewra ev yek dê baştir be.

Nivîsa Ozkok ya derbarê vê mijarê de wiha ye:

Bajarê Raqa yê stratejîk yê li ser sînor ji du aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Ji hêla din hêzên Esad jî dikin bigihêjin nava bajêr.  Ji hêla sînorên me jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk yanî şervanên kurd bi awayekî serkeftî ber bi Reqayê ve diçin. Kî pêşî bigihêje navenda Reqayê wê bajar ji wan re bimîne. Her wiha wê têkiliyên Tirkiye û Minbicê i temamî qût bibin. Ez bi çavên mantiqî dinerim. Wekî welatiyekî tirk ez bi çavên menfaeta welatê xwe dinêrim û dibinim ku hebûna YPGê ji yên terorîstên DAIŞ û El Nûsrayê gelekî baştir e.  Qenebe girên welatên me wê neyên topbarandin.

Bi heman mijarî:

YPG: Li Şedadê 32 terorîst hatin kuştin!
YPG: Li Şêxmeqsûd û Cerablûsê 5 terorîst hatin kuştin
YPG: 2 êrîş 5 kuştî
YPG: Di encama topbarana leşkerên tirk de endamê Meclîsa Leşkerî jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
ŞERVANÊN KURD, daiş, YPG, Ertugrul Gunay, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de