02:09 24 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    AKP, MHP û CHPê belavokeke hevpar weşand

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Piştî erêkirina pêşnûmaya ‘qirkirina ermeniyan' her sê partiyên tirk AKP,CHP û MHP xwest ku daxuyaniyeke hevpar biweşînin lê HDPê ev nepejirand û deklarasyon îmze nekir. Li ser vê yekê her sê partiyan belavokek weşand.

    Naveda nûçeyan — Parlementoya Almanya tevî hemû astengiyên Tirkiyeyê peşnûmaya ‘qirkiran ermeniyan' erê kir. Li ser vê yekê hikûmeta tirk bertekeke mezin da û her sê partiyên tirk AKP, CHP û MHP belavokek hevpar weşand.

    AKP: Biryar wekî ku tune ye
    Nûnerê Serokê Koma AKPê  Nacî Bostaci biryara parlementoya Almanyayê wekî ‘tune' şirove kir.

    CHP: Têkiliyên baş xirab kirin
    Nûnerê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel derheqê peşnûmayê de diyar kir ku wê ti feydeya vê pêşnûmayê li ser têkiliyên Ermenîstan û Tirkiyeyê nebe û ragihand ku ev yek bû weke lekeyeke reş ya li ser têkiliyên Tirkiye û Almanyayê.

    MHP: Bila peyama penaberan bê rawestîn
    Nûnerê Serokê Koma MHP Oktay Vural da zanîn ku divê bi lez û bez peymana penaberan ya di navbera Tirkiye û Almanyayê de bê rawestandin.

    HDP: Divê mirov rastiyan bibîne
    Nûnerê Serokê Koma HDP Îdrîs Baluken derheqê bûyerê diyar kir ku divê mirov bi rastiyên dîrokî bizanibe û wan bibîne û wiha got: ‘Ji bo derxistina rastiyan pêdivî bi xebatên baş hene. Dema ku ev xebat neyên kirin dê para Tirkiye bibe renxe û şermezarkirin û wê ji vî halî ti caran xilas nebe.'

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê dê gelekî xera bibin
    Vê carê Almanyayê gef xwar: Bila Erdogan heta sibê biqêre
    Merkel piştgiriya biryara pejirandina qirkirina ermeniyan dike
    Sarkîsyan ji bo pêşnûmaya komkujiya ermeniyan bangî parlamenterên alman kir
    Etîketan:
    ermeni, belavok, hdp, chp, akp, mhp, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de