10:55 20 Tebax 2017
Zindî
    Ilker Başbug

    Sererkanê tirk: ‘Gotinên Demîrtaş rastiya nişan nadin'

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Sererkanê berê yê Tirkiyeyê Îlker Başbug, gotinên Demîrtaş yên ‘ ‘Kurd dê ti caran xwe ayîdî dewleta tik nebînin' şirove kirin û ragihand, ku ev gotin rastiyê nişan nadin.

    Navenda nûçeyan — Sererkanê berê yê Tirkiyeyê Îlker Başbug beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û rojeva siyasî nirxand. 

    ‘Ne pêkan e ku tirk û kurd ji hev cihê bibin'

    Başbug bal kişand ser rewşa têkliyên tirk û kurdan yên dawî û diyar kir ku kurd û tirk  bi her awayî bûne yek û bûne meriv êdi ne pêkan e ku ji hev cihê bibin.

    ‘Ji xwe re ji dîrokê sûdê wergirin'

    Demîrtaş di rojên borî de di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Cumhuriyetê de, li ser operasyonên dewleta tirk û şerê li bajarê kurdan axivîbû û diyar kiribû ku kurdan piştî bûyerên Cizîrê zilima dewletê careke dî dît û ji ber van bûyeran dê kurd  ti caran xwe ayîdî dewleta tirk nebînin, lewra ne madî û ne jî manewî, hemû têkiliyên di navbera wan de qût bûn.'

    Başbûg ev gotinên Demîrtaş weke ‘nebipirsane' şirove kirin û daxuyand, tu wateya gotinên Demîrtaş nîn e û wiha pê de çû: ‘Tu van gotinan ji kê re dibêjî, gotinên te rastiyan nişan nadin.  Ji xwe re ji dîrokê sûdê wergirin. Binêrin di bûyerên Lozan û Mûsilê de jî kurdan nexwest ku ji tirkan cihê bibin. Kurd dixwazin li Tirkiyeyê bijîn. Îro ji sedî 40î zêdetirê kurdan li rojavayê Tirkiyeyê dijîn. ‘

    ‘Kembera kurdan telûkeyeke mezin e.'
    Başbug nerazîbûn û endîşeya xwe ya derheqê bûyer û rewşa Rojava û kembera kurdan jî anî ziman û got ‘talûkeyeke mezin e.'

    Bi heman mijarî:

    Serokê PYDê Muslim: Eger Reqqa bi temamî bê stendin Rojava dê rehet bibe
    Li Amerîkayê jî nûneriya Rojava tê vekirin
    Rojava û Herêma Kurdistanê ji bo Sêmalkayê kom bûn
    ‘Kurd êdî ti caran wê xwe ayidî dewleta tirk nebînin'
    Etîketan:
    dewleta tikr, kurd û tikr, têkilî, zilm, kuştin, Îlker Başbug, Selahatîn Demîrtaş, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de