08:52 24 Çile 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Peymana şûnveqebûlkirinê ji parlamenê derbas nabe

    © Foto: AA/ Yasin Bülbül
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 12

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bang li Yekîtiya Ewropayê kir û got ku "Heke serbestiya vîzeyê tunebe peymana derbarê penaberan ya bi YEyê re çêkirine nakeve meriyete."

    Stenbol — Serokomarê Tirkiyê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Ban ki Moon re civîna çapemeniyê li dar xist.

    Erdogan got ku heke serbestiya vîzeyê tunebe peymana derbarê penaberan ya bi YEyê re çêkirine nakeve meriyetê ev nirxandin kir; "Niha ji bo 1ê Hezîranê gavek derbarê peymana şûnveqebûlkirinê de hebû. Ji bo 30ê Hezîranê jî wê gav ji bo xala vîzeyê bihata avêtin. Niha wê hevalên me derbarê vê mijarê hevdîtinan bikin, wezîrên me yên derve wê bi wezîrên YEyê re hevdîtinan bikin û di van hevdîtinan de heke encam hate standin wê bê standin. Heke na, bila ti kes li qisûrê mêze neke. Ji parlamena Komara Tirkiyê derbarê pêvajoya pêkanîna peymana şûnveqebûlkirinê de biryar ango yase dernakeve. Min ev jî gelekî zelal, duh ji wan re got, îro jî li ser vê pirsê ez li vir vî tiştî dibêjim. Jiber ku bila her gavê krîterekê ferz nekin, ev der Tirkiye ye".

    Bi heman mijarî:

    PE dê sibê mijara serbestiya vîze ya Tirkiyeyê gotûbêj bike
    Tirkiyê ji bo welatiyên Ewropayê vîze rakir
    Almanya û Fransa ji bo mûafiyeta vîze ya Tirkiyê li ser sîstemeke nû dixebitin
    "Vîze rabe wê bi sed hezaran Kurd biçin Ewropayê"
    Etîketan:
    Peymana şûnveqebûlkirinê, vîze, penaber, Yekîtiya Ewropayê, Recep Tayyip Erdogan, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de