04:49 19 Çile 2018
Zindî
    hdp

    Parlamenterên HDPê ji bo rakirina parêzbendiyan wê serlêdana şexşî bikin

    © Foto: twitter/Pervin Buldan
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamenterên HDPê derbarê rakirina parêzbendiyan de wê bi awayê şexsî serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê bidin. Dadgeh bersiva neyênî bide wê HDP serî li DMMEyê bide.

    Ferid Demirel

    Navenda Nûçeyan — Rêvebiriya HDPê biryar girt ku roja 27ê Gulanê roja înê serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê bide ku guhertina makezagonê ya derbarê rakirina parêzbendiyan de bê betal kirin. Alîkara Hevserokên HDPê Aysel Tugluk ji Sputnikê re axivî û got ku du rê li ber wan hebû, yek jê serlêdana bi 110 îmzeyan ya din jî serlêdana şexsî. Lê ji berk u 110 îmze bidest nexistine wê parlamenterên wanserlêdana şexsî bikin.

    Dadgaha bilind divê di nava 15 rojan de bersiva serlêdanê bide. Heke ku encam neyênî derkeve HDP wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bide. HDP wê daxwaza biryara tedbîrê ji dadgehê bike ku guhertina di xala 83emîn ya makezagona Tirkiyê de nekeve meriyetê.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan derbarê parêzbendiyan de axivî: ‘Ji bo wan ev rojên xweş in.'
    Raportora PEyê: Rakirina parêzbendiyan şaşiyeke dîrokî ye
    Li ber konsolxaneya tirk rakirina parêzbendiyan hate protestokirin
    AKPê derbarê encama parêzbendiyan de daxuyanî da
    Dengdayîna ji bo parêzbendiyan dest pê kir
    Etîketan:
    parêzbendî, Dadgeha Bilind a Tirkiyê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), HDP, Aysel Tugluk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de