10:27 24 Çile 2018
Zindî
    Îran

    ‘Îran dixwaze,Komel jî tevlî peymana YNK û Tevgera Goran bibe'

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Hate gotin Îran ji bo ku Komel beşdarî peymana YNK û Goranê bibe fişarê dike.

    Navenda nûçeyan — Li gorî nûçeya Basnewsê Îran ji bo ku Komeleya Îslamî ya Kurdistanê (Komel), tevlî peymana Yekineyên Niştimanî Kurdistan (YNK) û Tevgera Goranê bibe fişarê dike. Li gorî çavkaniyek taybet yê ku agahî daye Basnewsê, duh YNK û Tevgera Goran civînek lidarxist û di encamê de xwestin ku Komel jî beşdarî peymana wan bibe. Lê Komel vê yekê red kir.

    Çavkaniyê ragihand ku, şandeyeke îranî li bajarê Silêmanî bi hin rayedarên Komelê re hevdîtin kiriye û ji wan xwestiye ku tevlî peymana YNK û Tevgera Goranê bibe. Lê Komelê teklîfê dîsa red kiriye. Hate gotin ku Îran fişarên xwe yên di vê mijarê de dê berdewam bike.

     

    Bi heman mijarî:

    YNK:'Kerkûkî dixwazin bibin perçeyekî Herêma Kurdistanê'
    PDK ji peymana YNK û Goranê nerazî ye
    YNK û Goran peymana xwe li mala Mam Celal îmze dikin
    YNK û Tevgera Goranê peymanekê îmze dikin
    YNK: Iraq hewl dide demografiya Kerkûkê biguherîne
    Etîketan:
    komel, ynk, goran, îran, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de