01:54 21 Çile 2018
Zindî
    Li Lezqiyeyê teqîn

    Sûriye: Berbirsiyarên teqînên Lazkiye û Tartûsê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar e

    © REUTERS/ SANA
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Hikumeta Sûriyeyê ji NYyê re nameyek şand û da zanîn ku berpirsiyarên teqînên ku duh li bajarên Lazkiye û Tartûsê qewimî Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar e.

    Navenda nûçeyan —  Ajanasa Fermî ya Sûriyeyê, daxuyand ku Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê nameyek ji Sekreteriya Gelemper yê Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandiye û ji ber êrişên duh yên li bajarên Lazkiye û Tartûsê de hatin kirin de Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetarê berpirsiyar dibîne.

    Di nameyê de behsa piştevaniya her sê dewletê navborî ya bo terorîst û serhildêran tê kirin û tê gotin ku: ‘Sedema êrişa duh, piştevaniya rêjîmên dijmin û radîkal yên Enqere, Doha û Riyad e.'

    ‘Terorîst hêj têne destek kirin'

    Hikumeta Sûriyeyê di nameyê de daxuyand ku hikumetên weke Tirkiye, Erebîstan û Qetarê yên ku  piştevaniya terorê dikin, pêşî li mudaxelaya Saziya Gelemper ya Neteweyên Yekbûyî, digrin. Divê Amerîkaî Fransa, Brîtanya bi awayekî lezgîn, Artêşa Îslamê û Ehrar-Uş Şamê têxina nava lîsteya terorê ya Saziya Gelemper ya Neteweyên Yekbûyî.

    Di nameye de tê gotin ku ev dewletên navborî, di bin navê ‘alîkariya muxalifan' piştevaniyeke eşkere didin komên terorîst û nahêlin ku civata navneteweyî li hember van êrişan dengê xwe  bikin.  Ev welat, di têkoşîna li dij terorê de qet ne samîmî ne.  

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ amûrên leşkerî ji Hatayê distîne
    Li Libnanê ji 106 endamên DAIŞ û El Nûsrayê re cezayê îdamê hat birîn
    Raporta Sirtê ya ecêb:'DAIŞ, cixarekêşan li çarmixê dixe'
    DAIŞ êrişî pêşmergeyên eniya Keskê kir
    Dezgehê îstîxbaratê hişyar kir:'Dibe DAIŞ di 19ê Gulanê de êriş bike'
    Etîketan:
    muxalif, tirkiye, terorîst, piştevanî, qetar, Erebistana Siûdî, sûriye, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de