08:35 23 Çile 2018
Zindî
    ala-ewrûpa-tirkiye

    Ewrûpiyan hêviya xwe ji Tirkiyeyê qut kirin

    © AFP 2018/ BULENT KILIC
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di anketa ku ji aliyê Sputnîk.nêrînê ve lidarxistin de derket holê ku gelê ewrûpî bawer nakin ku Tirkiye wê tevlî Yekitiya Ewrûpayê (YE)bibe.

    Navenda nûçeyan —  Ji Brîtanyayê 1.045, Almaya 989 û ji Fransayê 1.008 kes beşdarî ankete bûn fikra xwe ya derheqê Tirkiyeyê eşkere kirin. Ji sedî 49ê beşdarvanan diyar kirin ku, ‘Tirkiye beriya 10 salan wê nikaribe beşdarî Yekitiya Ewrûpayê bibe û dibe ku qet nikaribe beşdar jî bibe.'

    Di anketê de pirsa ‘Hûn dibêjin ku wê Tirkiye kengî beşdarî Yekitiye Ewrûpayê (YE) bibe' hate kirin. Di encamê de ji sedî 38ê brîtaniyan, ji sedî 27ê almanan û ji sedî 17ê fransiyan di heman fikrê de ne û dibêjin ku ‘Tirkiye ne mimkun e ku karibe beşdarî yekitiyê bibe.'

    Lê ji sedî 29ê brîtaniyan, ji sedî 28ê fransiyan û ji sedî 15ê almanan pirsê weke ‘nizanim' bersivandin.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê AKPê YEyê rexne kir: Ji nirxên mirovî û cîhanî dûr ketiye
    Cameron: Wiha diyar e ku Tirkiye encex piştî sala 3000î têkeve YEyê bibe
    YEyê fren danî ser serbestiya vîzeyê
    Komisyona YEyê derbarê serbestiya vîzeyê de daxuyanî da
    Bild: YEyê li ser betalkirina peymana bi Tirkiyê re difikire
    Etîketan:
    yekitiya ewrûpa, pêşketin, demokrasî, ewrûpa, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de