03:19 20 Hezîran 2018
Ahmet Berat Çonkar

Parlementerê AKPê YEyê rexne kir: Ji nirxên mirovî û cîhanî dûr ketiye

© Foto: TBMM
Polîtîka
Lînkê kurt
0 01

Hevserokê Parlementoya Têkel ya Tirkiye û YE û Parlementerê Stenbolê yê AKPê Ahmet Berat Çonkar NEyê rexne kir û got: ‘Ewrûpa ji nirxên mirovî û cîhanî qetiyaye.'

Xwepêşandana PYDê
© AFP 2018 / Delil Souleiman
Navenda nûçeyan — Çonkar di hevditina xwe yaSputnîkê de got: ‘Teror ji bo Tirkiyeyê mijareke heyatî ye, lê em dibînin ku Ewrûpa bi polîtikayên xwe terorê diparêze. Dema ku şert wiha be ne rast e ku mirov li hêviya biyekbûnê be.'

Parlementerê AKPê Çonkar diyar kir ku sedema sereke ya derengmayîna endamtiya Yekitiya Ewrûpayê ya Tirkiyeyê ‘tevgerên Ewrûpayê yên neyînî' ne û daxuyand ku bêhtir jî Almanya, Fransa û Brîtanya di rû de weke dilxwazên Tirkiyeyê xuya dikin lê di rastiyê de naxwazin. Ev yek ‘proeyek taktîkî ye.'

Çonkar got: ‘Teror ji bo Tirkiyeyê mijareke heyatî ye, lê em dibînin ku Ewrûpa bi polîtikayên xwe terorê diparêze. Dema ku şert wiha be ne rast e ku mirov li hêviya biyekbûnê be. Lê dema ku Ewrûpa xwe rexne bike û di mijara têkoîna li hember terorî desteke baş bide û alikariya entegreya Tirkiyeyê bike wê çaxê wê projeya Ewrûpayê biserkeve. Lê mixabin niha kandroyeke siyasî ya Ewrûpayê ya ku vê yekê fêm bike û bi rêvebibe nîne.'

Bi heman mijarî:

KCK: AKP bêhêz e û ji aliyê hêzên tarî ve tê birêvebirin!
AKP bo pirtûkên ku propagandaya DAIŞê dikin çi qas pere xerc kir?
AKP kongreya awarte li dar dixe û Ahmed Davutoglu jî dev ji kar berdide
AKP: "îdîayên vegera ser maseya çareseriyê ne rast in"
YNKê bersiv da: Bila AKP xwe newestîne em li dijî PKKê şer nakin
Etîketan:
EWRÛPA, AKP, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de