00:57 24 Hezîran 2018
Serdegirtin, binçavkirin

Li Dêrsim û Edeneyê operasyonên siyasî: 3 ji wan zarok gelek kes hatin desteserkirin!

© Foto : AA / Ahmet Dumanlı
Polîtîka
Lînkê kurt
0 01

Li bajarên Dersim û Edeneyê operasyonên siyasî hatin kirin û di encamê de gelek welatî hatin binçavkirin.

Navenda nûçeyan — Operasyonên li ser siyasiyên kurdan yên dewleta tirk berdewam in. Li gorî agahiyên ku di nûçeya ANFê de derbas dibe li bajarên Dêrsim û Edeneyê de gelek kes hatin desteserkirin. Li Dêrsimê hêzên tirk girte sel gelek malan. Di encamê de Hevserokê HDPê yê navçeya Pertekê Kenan Makal û çendek karkerên partiye hatin binçavkirin.

Operasyon li navçeya Ceyhan ya Edeneyê jî hate kirin. Polêsan li taxên Kuçukkirim û Altinocakê bi ser gelek malan de girtin. Operasyon dane sibehê hate kirin û encamê de zarokên bi navê D.E., U.O. A.K. û  welatiyên bi navên Huseyîn Kaya, Haci Baysal, Yusuf Baysal, Emrah Aydin, Omer Konuk, Cemal Timur, Mustafa Ozer û Muzaffer Bahadir hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku 11 kesên binçavkirî bi hinceta ku beşdarî çalakiyên protesyon bûne hatine binçavkirin û niha li Midûriyeta Ewlehiyê ya Ceyhanê benda encamê ne.

Bi heman mijarî:

Operasyonên siyasî: 4 kes hatin girtin
Li Amed, Şirnex û Dersîmê operasyonên siyasî: 10 kes hatin desteserkirin
Belçîka dê beşdarî operasyonên hewayî yên Sûriyeyê bibe
Li Ispartayê operasyonên siyasî: 15 kes hatin binçavkirin
Li Çewlikê operasyonên siyasî: 17 kes hatin girtin
Operasyonên siyasî -Polêsan li Agirî, Amed û Çewlikê 19 welatî desteserkirin
Etîketan:
siyasî, desteserkirin, kurd, ciwan, binçavkirin, zarok, operasyon, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de