00:02 22 Sibat 2018
Zindî
    hevserokên hdpê- demîrtaş- yuksekdag

    Demîrtaş û Yuksekdag, ji Ban Ki Moon re nameyak şand

    © Foto: AA/ Volkan Furuncu
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokên HDPê derheqê rewşa dawî ya Tirkiyeyê de, ji Sekreterê Giştî yê NEyê Ban Ki Moon re nameyek şand.

    Navenda nûçeyan — Ban Ki Moon ji bo beşdarî Lûtkeya Însanî ya Cîhanê bibe hat bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NE)  Ban Ki Moon re nameyek şand.

    "Em nîgeran in ku ev lûtke li ser sûcên Erdoganî bigire"

    Hevserokan di nameyê de bal kişand ser rejîma otorîter, operasyonên dewletê yên li bajarên kurdan û encamên operasyonan ên giran û penaberên li ser sînoran û wiha pê de çûn: ‘Îro li Tirkiyeyê Lûtkeya Însanî ya Cîhanê  tê lidarxsitin. Em bi nîgeran in ku ev lûtkeya krîtîk ser rejîma Erdogan ya ku sûcên mirovî pêk tîne û mafên mirovan bin pê dike, bigre. Îradeya Erdogan ya otorîter ya îro dibe sedema gelek qeyranên siyasî û însanî. Em parvekirina van agahiyan ji xwe re weke berpirsiyariyeke mezin dibînin.'

    Di nameye de hat ragihandin ku divê di mijarên qeyranê mirovî de çareseriyên persperktîk bêne avakirin û wiha tê gotin: ‘Hûn dibêjin ku vizyona me ‘Li dijî pergala kûrewî ji nû ve avakirina ewlehiyê' û dibêjin ji bo bi milyonan kesên ku ji nava şer û pevçûnan de derketine hevkariya hewce bê damezrandin. Niha bi milyonan welatiyên kurd û ji milyonek zêdetirîn penaberên Sûriyeyê wekî hûn dibêjin, di binê şer û pevçûnan de ne. Pêdiviya wan bi hevkariyek mezin heye.‘

    "AKP piştgiriya komên cîhadîst dike"

    Di nameye de hate diyarkirin ku AKPê dev ji piştevaniya komên cîhadîst bernade û wiha hate gotin: ‘Li Tirkiyeyê her roj gelek welatiyên kurd û penaberên Sûriyeyê têne kuştin. AKP piştevaniya çekdarî ya komên cîhadîst dike û ew kom jî ji ser bajarê Kilîsê êrişî welatiyan dike. Heta niha gelek welatî ji ber roketên cîhadîstan jiyana xwe ji dest daye.'

    Hevserokan da zanîn ku distûra wan ya yekem ya ku di tekoşîna demokrasî, dad û aştiyê de bestê dide wan, pêşvebirina derfetên hebûn û jiyaneke bi rûmet ya li nava welêt e.

    Bi heman mijarî:

    Ban Ki Mon îro serdana Herêmê Kurdistanê dike
    Amerîkayê, ji bo berjewendiya xwe ya petrolê hetanî Ban Ki-mun jî guhdar kir'
    Ban Ki Mon: Hêvî dikim Hevdîtina Pûtîn û Esed çalekiyên li qadê biguherîne
    HDPê helwesta xwe ji bo dengdana rakirina parêzbendiyan diyar kir
    “ Tiştê tê serê HDPê li Ewropayê bibûya, xelk dê daketa kolanan”
    Etîketan:
    otorîte, lûtkeya însanî ya cîhanê, stenbol, erdogan, ban ki moon, Selahaddin Demîrtaş, Figen Yuksekdag, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de