19:59 18 Hezîran 2018
Binali Yildirim û Recep Tayyip Erdogan

Bînalî Yildirim: Dema ku Serokomarê me vegeriya ez ê desteya wezîran pêşkêş bikim

© REUTERS / Kayhan Ozer/Presidential Palace/Handout
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê AKPê û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim derbarê avakirina hikûmeta 65emîn de ji rojnamegeran re diyar kir ku "Dema ku serokomarê me vegeriya em ê hevdîtinekê çêbikin, piştî wê çi pêwîst be em ê wê bikin."

Enqere — Bînalî Yildirim piştî ku bû serokê AKPê û Ahmet Davutoglu ji dest ji serokwezîrtiyê berda, ji bo avakirina hikûmeta 65emîn ji hêla Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hate wezîfedarkirin. Yildirim dema ku ji mala xwe derdiket pirsên rojnamevanan bersivand.

Li ser pirsekê Bînalî Yildirim got ku "Dema ku serokomarê me vegeriya em ê hevdîtinekê çêbikin, piştî wê çi pêwîst be em ê wê bikin."

Hin şîrovekar dibêjin ku dibe avakirina hikûmetê bi derengî bikeve. Rojnamegeran derbarê vê şîroveyê de nêrîna Yildirim pirsîn. Serokê AKPê ev bersiv da; "Çima dirêj bibe. Diyar e ku wê çi çawa be. Destpêkê avakirina hikûmetê, diyarkirina Desteya Wezîran, piştra li parlamenê xwendina programê, li dû wê jî muzakereya programê û erêkirin. Teqwîm gelekî zelal e. Li Tirkiyê ne cara destpêkê ye ku hikûmet ava dibe".

 

 

Bi heman mijarî:

Davutoglu bi awayekî fermî îstîfa kir
Navên nêzîkî Davutoglu, Gul û yên din neketin nav lîsteye rêvebiriya AKPê
Binali Yildirm bû namzetê serokatiya AKPê
Namzetê AKPê sibê saet 14: 00an, serokê xwe eşkere dike
Amerîkayê ji bo kongreya AKPê hişyarî da welatiyên xwe
Etîketan:
AKP, Binali Yildirim, Ahmet Davutoglu, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de