20:01 23 Gulan 2018
    Amblêma KNK

    KNK: Divê li hember hikumeta Erdogan bertek bêne dayîn

    © Foto : ANHA
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 10

    KNK, diyar kir ku asta faşistiya Erdogan dike bigihîje ya Hîtler û divê Amerîka û YE li hember hikumeta wî kirdariyên siyasî, leşkerî û aborî bikin.

    Navenda nûçeyan — Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) piştî rakirina parêzbendiyan daxuyaniyek da û helwesta Hikumeta Tirk şermezar kir. KNKê daxuyand ku di warê faşîzmiyê de Erdogan dike bigihîje Hîtler û helwesta wî ya li hember HDPê mîna darbeyeke siyasî binavkir.

    KNKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkaya Erdogan û da zanîn ku Erdogan di rêya Hîtler de diçe û dixwaze bi van tevgeran Kurdistanê dagir bike. KNKê ji bo Erdogan got: 'Muxalefet li ber rêya dîktatoriyê gomeyek e. Lewma jî dixwaze mixalefetê bêdeng bike. Her sê partiyên tirk di mijara dijminahiya kurdan de bûn yek.'

    'YE û DYA ji azmûneke giran de derbas dibin'

    KNK ji ber bêdengiya Yekitiya Ewrûpayê (YE) û Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA), wan wekî 'sûcdar' binavkir û civata navnetweyî ya ku bi van herduyan re hevpeymanan çêdikin hişyar kir.

    Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 'demokrasî di talûkeyê de ye' û li hember Hikumeta Erdogan bangewaziya kirdariyên aborî, leşkerî û siyasî li YE û DYAyê hate kirin.

    KNKê di daxuyaniyê de bal kişand ser têkiliyên Erdogan û DAIŞê û wiha pê de çû: 'Divê Amerîka û Ewrûpa Erdogan yê ku piştevanê terorîstên DAIŞê yên kujerê kurdan e, di warên aborî, siyasî ûleşkerî protesto bikin. '

    Bi heman mijarî:

    KNK: ‘Tirkiyeyê, Kurdistan dagir kiriye, divê bi lez jê derkeve'
    KNK: ‘HDPê serketinek mezin bi dest xist'
    KNK: ‘15emîn kongreya xwe li dar dixe'
    Etîketan:
    hîtler û erdogan, knk, parêzbendî, Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK), tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de