22:06 20 Hezîran 2018
Leşkerên Amerîkayê

Amerîka beriya operasyona Raqayê,100 leşker şand Rojava

© AP Photo /
Polîtîka
Lînkê kurt
0 50

Beriya operasyona Raqayê Amerîkayê 100 leşkerên pispor şande Rojava û bo koordinasyona leşkerî bi PYDê re civîn kir.

Navenda nûçeyan —Li gorî agahiyên nûçeya ku di Rûdawê de derbas dibe, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û leşkerên koalîsyonê yên ku di nav de yên leşkerên Amerîkayê jî hene li Kobaniyê civîyan. Hate ragihandin ku di civînê de plansaziya operasyona Raqayê hate kirin. Wezareta Parastina Amerîkayê bo operasyonê 100 leşkerên xwe yên pispor şand.

Fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê bi Mazlûm jî di hevdîtineke xwe de bal dikşîne ser girîngiya piştevaniya leşkerên amerîkî yên di operasyonan de û wiha pê de diçe: ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi saya leşkerên amerîkî bi ser ketin. Amerîka şandeyek din ya leşker şand Rojava. Ev yek nîşanî me dide ku Amerîka wê destekên xwe zêdetir bike.'

Endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bang li gel kirin û di têkoşîna li dij DAIŞê ji gel destek xwestin.

 

 

Bi heman mijarî:

PYD: Tirkiyê û PDKê ambargo danîne ser Rojava
PYD li Parîsê jî nûnertiyê vedike
Li gorî Amerîkayê “PYD hevkarekî konjuktûrel e”
PDK û PYD bi hev re diçin Rûsyayê
PYD li Denmarkê jî nûneriyê vedike
Etîketan:
leşkerên amerîkî, salih muslim, ypg, pyd, rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de