17:08 24 Sibat 2018
Zindî
    Demirtaş

    ‘Davutoglu fermana şewitandina mirovan daye'

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş derbarê rakirina parêzbendiyan de dibêje ku pêşnûme tenê ji bo parlamenterên HDPê hatiye amadekirin û CHP ji bo ku referndûm çênebe wê dengê erênî bikar bîne. Demîrtaş herweha dibêje "Ahmet Davutoglû li Cizîrê fermana şewitandina mirovan daye".

    Navenda Nûçeyan — Selahatîn Demîrtaş nirxandinên derbarê rojevê de di televizyona IMCê de kir. Hevserokê HDPê Demîrtaş behsa şer û pevçûnên li bajarên kurdan kir û got ku "Rewşa şer, dihêle ku qada siyasete jehrî bibe. Ez tev li wê nêrînê nabim ku ‘Erdogan şer da destpêkirin. PKKê jê li gor wê tevgeriya'. Li holê rêxistinek heye ku dibêje ez ji bo çekberdanê amade me, lê hûn nikarin bibêjin ku em ê hemiyan bikujin. Du rê hene: Yan hûnê hemiyan bikujin an jî wê dest ji çekan berdin. Te rêya duyem ceribandiye û tê tam encam bidest bixista te mase qeliband."

    DI VÊ DEMÊ DE EM Ê ÇAWA LI GEL AKPÊ BISEKININ

    Demîrtaş dibêje ku PKK ne pirsgirêke, lê belê encama pirsgirêkê ye. Di demeke ku Cizîr tê şewitandin em ê çawa li gel AKPê bisekinin. Di vê mijarê de Demîrtaş gotinê tîne ser Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglû û dibêje "Davutoglu fermana şewitandina mirovan daye."

    Hevserokê HDPê di nirxandina xwe de behsa rakirina parêzbendiyan kir û got ku; "Peşnûme tenê ji bo parlamenterên HDPê hatiye amadekirin. Ji ber wê jî em ji vê re nabêjin pêşnûmeya rakirina parêzbendiyan." Demîrtaş li ser helwesta CHPê ya di pêvajoya rakirina parêzbendiyan sekinî û wiha nirxandin kir; "Heke ku CHPê wê dengê êrênî bide, bila sedemên wê diyar bikin. Berdevkên CHPê li ser wan sedeman disekinin ku yên dengên neyênî ne lê berêvajî van sedeman dibêjin ku ‘em ê dengên erênî bikar bînin. CHP ji bo ku referandûm çênebe wê dengên erênî bikar bîne."

     

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Bo aştiyê divê AKPê bê rawestandin!
    Demîrtaş: Tu bi min re hevpeyvînê bikî çêdibe ji kare xwe bêyî avêtin
    Demîrtaş: Em naçin îfadeyê nadin
    Demîrtaş: Rakirina Parêzbendiya me madelyeya rûmetê ye
    Demîrtaş ji Ala re got: ‘Tirsa me tenê ji Xwedê ye'
    Etîketan:
    IMC TV, PKK, HDP, Recep Tayyip Erdogan, Ahmet Davutoglu, Selahatîn Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de