06:26 24 Çile 2018
Zindî
    Îdrîs Balûken

    Balûken: Agahiyên cidî hene ku DAIŞ êrişî HDPê û CHPê bike

    © Foto: faceook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Wekîlê Seroke Grûpa Meclîsê yê HDPê Idrîs Balûken ragihand ku hin agahiyên cidî hene ku DAIŞ êrişî rêxistinên HDPê û CHPê bike.

    Enqere — Balûken li parlamena Tirkiyê derbarê rojevê de civînek çapemeniyê li dar xist. Idrîs Balûken derbarê roketên ku ji hêla Sûriyê ve tên avêtin diyar kir ku li hember wan bêdengiyek heye. Balûken derbarê vê bêdengiyê de du egeran tîne ziman: "Egera destpêkê ew e ku dibe di navbera wan de lihevkirinek veşartî hebe. Hevkariya di navbera AKP û DAIŞê de berê aşkere bû. AKPê dixwaze bide xuyakirin ku weke mesafe xistibe navbera xwe û DAIŞê. Egera duyem jî ew e ku dibe AKP ji ber têkiliyên bi DAIŞê re serî li ber vê rêxistinê tewandibe."

    Wekîlê Serokê Grûpa Mecîsê yê HDPê Balûken herweha balê dikişîne ser nûçeyên ihtimala êrişên DAIŞê yên li ser HDPê û CHPê jî. Balûken da zanîn ku çawa ku di nûçeyan de hatiye nivîsandin ew jî xwedî heman agahiyan e. Lê Idrîs Balûken dibêje ku ji derdorên fermî ti agahî ji wan re nehatiye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ çekên xwe ji Rojavaya mexmûrê dikişîne
    Dîsa roket avêtin Kilîsê: 1 kuştî 10 birîndar hene (HAT NÛKIRIN)
    Roket avêtin Kilîsê: 2 kes jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    AKP, DAIŞ, CHP, HDP, Idrîs Nasan, Kilîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de