22:26 26 Gulan 2018
İbrahim Kalin

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê BBC bi "propagandeya terorê" tohmet kir

© Flickr / AA/ Dilek Mermer
Polîtîka
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji ber hevpeyvîna bi hevserokê KCKê Cemîl Bayik re, BBCyê bi "propagandeya terorê" tohmet kir.

Navenda Nûçeyan — Kalin di civîna xwe ya asayî de derbarê hevpeyvîna Cemîl Bayik da wiha nirxandin kir: "Ji bilî piştgiriya propagandeya terorê ti wateya wê nîne. Êrişa di sala 2007an ya li Îngîltereyê çêbû bînin bîra xwe, heke ajansek nûçeya ku bi baca welatiyên welatekî din ve tê fînanse kirin biçe bi endamên rêxistina terorîst El Qaîdeyê re hevdîtin çêbikira û ew aktor weke meşrû û makûl nîşan bida, ajansên nûçeyan li hember vê rewşê wê bertekên çawa bida? Em bi heman rewşê re rûbirûne. Di encama wan hevdîtinan de ku bi berdevk û serokên PKKê re tên kirin, heke dîtinên wan weke meşrû û makûl bidin empozekirin ev bi awayekî nerasterast tenê alîkariya propagandaya terorê ye."

 

 

Bi heman mijarî:

CPJ: Rojnamevan li bajarên kurdan di bin xetereyê de ne
Rojnamevan Refîk Tekîn bi ‘piştgiriya terorê' hat sûcdarkirin
624 rojnamevan: Em jî nabin şirîkê vî sûcî
Di 2015an de 65 rojnamevan hatine kuştin
UNESCO: Di nava 9 salan de zêdeyî 700 rojnamevan hatin qetilkirin
Etîketan:
PKK, El Qaîde, BBC, Cemîl Bayik, Îbrahîm Kalin, Îngiltere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de