07:28 21 Tebax 2017
Zindî
    Xurmatû, mizgefta Wehab

    Pêşmergeyan Xurmatû dorpêç kir

    © Panoramio
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 4911

    Li navçeya Xurmatûyê ya Selahedînê di nav milîsên şîî yên Heşdî Şe’ibî û pêşmergeyan de şer derket û di encamê de fermandarekî pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 8 çekdarên Heşdî Şe’ibî hatin kuştin.

    Selahedîn - Li gor agahiyan ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, şerî duh seat 23.30 dest pê kiriye û heta niha hîn jî didome.

    Herwiha sedema şerî jî ew e ku Heşdî Şe'ibî narîncokek avêtiye ber mala kurdekî xurmantûyî bi navê Goran Gewher û di encamê de şer derketiye û li gorî agahiyan di encama pevçûnê de yekî ji fermandarên pêşmergeyan ê bi navê Sîrwan Şeqlawî jiyana xwe ji dest daye û 8 endamên Heşdî Şe'ibî jî hatine kuştin.

    Ji aliyekî din ve, şer hîn berdewam dike û hîn dengê teqîn û guleyan tê û herwiha rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hatiye girtin.

    Herwiha hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê li dijî DAIŞê de û ji roja ku milîsên Heşdî Şeibî hatine Xurmatûyê û her dem kêşe û pirsgirên li wê derê derketine.
    Li gorî agahiyên dawî, pêşmergeyan bajarê Xurmatûyê dorpêç kiriye û bi çekên giran ketiye nava navçeya xurmatûyê.

    Bi heman mijarî:

    XURMATÛ - Heşda Şeibî vê carê jî rêvebirê dibistanê revand
    XURMATÛ - DAIŞ çû, Heşda Şeibî hat
    Xurmatû/Kerkûk – Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand
    TACK bo Xurmatû modela ‘kantonê’ pêşniyar kir
    KCK: ‘Ji ber şerê li Xûrmatû em bi fikar in'
    Etîketan:
    Heşdî Şeibî, Pêşmerge, Goran Gewher, Selahedîn, Xurmatû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de