08:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    Barzanî li Amedê

    HDP dixwaze Barzanî navbeynkariyê di navbeyna PKKê û dewletê de bike

    © AP Photo/
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî ku şer di navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê de ji nû ve gûr bû, parlementerên HDPê û gelek pirsoprên Rojhilata Navîn dibêjin ku Barzanî dê navbeynkariyê bike ta ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike.

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya heftane Bas di nûçyeke xwe de diyar kir ku serokê Herêma Kurdistanê dê têkeve navbeyna PKK û dewleta Tirkiyeyê ta ku şerî bi dawî bike û pêvajoya çareseriyê ji nû ve bide destpêkirin.
    Di wê nûçeyê de, Bas fikir û nerînên siyasetmedaran derbarê rola Barzanî de werdigire.

    Mûna Kahevecî: Barzanî serdana Tirkiyeyê dike

    Hevdîtina Barzanî-Ashton Carter
    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Alîkara serokê Partiya Pêşveçûn û Çaksaziyê ya Turkmenan, Mûna Kahvecî ku niha endama parlementoya Kurdistanê ye, eşkere dike ku Barzanî dê di demeke nêz de serdana Tirkiyeyê bike ta ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike.

    Adem Geverî: Em piştgiriya wê dikin

    Parlementerê HDPê Adem Geverî dibêje: "Ti daxuyaniyeke fermî derbarê navbeynkariya Barzaniyî de tine lê tê gotin ku tiştekî wisa dê çêbibe û eger pêk were, ew ê gaveke erênî be û teqez e ku hemû alî dê piştgiriyê bidinê"

    Ayhan Bilgen: Divê aliyê sêyem jî hebe

    Parlementerê HDPê yê Qersê dibêje: "Diviyabû ku ev şer xelas bibûya û aştî bihata, divê PKKê û dewlet li maseya mûzakereyê vegere. Barzanî dikare navbeynkariyê bike lê heta niha ji ti aliyê daxuyaniyeke wiha nehatiye dayîn. Lê eger aliyekî sêyem têkeve pêvajoyê, ew ê gelekî erênî be."

    Dengir Mir Mehmet Firat: Barzanî naxwaze ne xwîna kurdan û ne ya tirkan birije

    Parlementerê HDPê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Firat dibêje ku Barzanî naxwaze ne xwîna kurdan û ne ya tirkan birije û ev serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê ne bêsedem bû û tiştek li dû wê heye.

    Imam Taşçier: him PKKê û him dewlet jî dê guh li Barzanî bikin.

    Parlementerê HDPê yê Amedê, Imam Taşçier dibêje: "Barzanî şexsiyeteke giring e û rola wî li Rojhilata Navîn berbiçav e û her kes guh lê dike. Eger Barzanî hewl bide pêvajoyê bide destpêkirin, him PKKê û him dewlet jî dê guh lê bikin."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Xelkê Kerkûkê dê çarenûsa wê diyar bike
    Barzanî ferman da: Bîgîrên!
    Barzanî: Amerîka û Ewropa serxwebûna Kurdistanê dixwazin
    Mesûd Barzanî:'Hê jî hinek kes li Bexdayê dixwazin Enfalan pêk bînin'
    'Serokên dinyayê li bendî Barzanî ne'
    Bahçelî ji Davutoglu re: Piştgiriya Barzanî neke, serokwezîrî dê ji destê te biçe
    Etîketan:
    PKK, Rojnameya Bas, Dengir Mir Mehmet Firat, Mûna Kahevecî, Ayhan Bilgen, Imam Taşçier, Mesûd Barzanî, Herêma Kurdistanê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de