03:09 23 Îlon 2017
Zindî
    Spûtnîk

    Şîrovekar Okay: Divê li hember ragihandina nûçeyan astengî neyên derxistin

    © Sputnik/ Alexandr Kryazhev
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Şîrovekarê siyasî Tekîn Okay, astengkirina Spûtnîkê rexne kir ku ji hêla Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB) ve hatiye kirin.

    Navenda Nûçeyan- Okayê ku ji Spûtnikê re axivî bal kişand ser girîngiya azadiya fikr û çapemeniyê. Tekîn Okay diyar kir ku, "Dema em werin li ser nûçeyên derbarê astengkirina Spûtnîkê, ez dixwazim bibêjim ku; azadiya çapemeniyê, li temamê welatên demokratîk di nava azadiyên bingehîn de cî digire. Tê hêvî kirin ku li ciyên azadiya çapemeniyê hebin azadî û mafên din jî hebin, li ciyên ku azadiya çapemeniyê tunebin maf û azadiyên din jî tunebin."

    "DİVÊ ZEXT Lİ SER MEDYAYÊ NEYÊ KIRIN"

    Oktay bal kişand ser du hêlên azadiya çapemeniyê. Tekîn Okay dibêje ku "Hêla yekemîn ew e ku mafê rojnamevan heye bûyerên gelemperiyê eleqedar dikin bişopîne û wan bike nûçe. Ji ber van tiştan, divê rojnamevan neyên çewisandin, neyên şermezarkirin, zext li wan neyê kirin ku çavkaniyên xwe aşkere bikin û neyên tacîzkirin. Hêla duyemîn jî ew e ku divê dezgeyên ragihandinê di şîrovekirina bûyerên li welat diqewimin de azad bin. Divê nivîskarên rojnameyan karibin di çarçoveya perspektîv û tecrûbeyên xwe de derbarê bûyeran û bi taybetî derbarê çûnûhatin û kiryarên dewletan de li gor dilê xwe şîroveyan bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sputnîk hat astengkirin
    Spûtnîk ketiye hedefa lobiya şer: Çerxa propexandeyê li dijî Kremlînê çawa dizîvire?
    Ewropa: Li Tirkiyeyê ne çapemenî azade û ne jî dadwerî serbixwe ye
    Etîketan:
    Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB), Spûtnîk Kurdistan, Spûtnîk, Tekîn Okay, turkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de